Li Necefê boriyeke talankirina neftê hat dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Iraqê şeva borî di operasyonekê de dest danîn ser boriyeke qaçax, veşartî û neyasayî ya dizîna neftê ku di nava baxekî berfireh ê parlamenterê niha yê Iraqê de li sînorê parêzgeha Necefê hatibû veşartin.
Li gorî zanyariyan, operasyon derengiya şeva borî 20ê Mijdarê li nahiyeya Heyderiyeyê ya ser bi parêzgeha Necefê ve hatiye pêkanîn. Di operasyonê de aşkere bûye ku boriyeke qaçax a neftê bi awayekî veşartî ji boriyeke sereke ya hikûmî ya neftê hatiye kişandin û rasterast diçe nava baxê wî parlamenterî, lê aliyên fermî heta niha nasnameya wî parlamenterî eşkere nekirine û bi zelalî nehatiye diyarkirin ka ew kî ye.
Hevdem li gel belavbûna nûçeyê, dîmenên vîdyoyî yên boriya hatî dîtin û cihê kolan û girêdana wê boriya neyasayî li torên civakî bi awayekî berfireh belav bûne. Dîmenan karvedaneke tund a raya giştî li pey xwe anîne û pirsên cidî derbarê çawaniya destdirêjiya li ser samanê giştî û kişandina boriya neftê bo nava milkê kesayetiyekî parlamenter de dirust kirine.
Jêderekî haydar amaje bi wê yekê dikin ku lêkolînên destpêkê nîşan didin ew borî ji demeke dirêj ve di nava wî baxî de hatiye danîn û guman heye ku ji bo kişandina nefta xav ji hêla sereke ya dewletê û qaçaxçîtiya wê hatibe bikaranîn; vê yekê jî gumanên derbarê qebareya wê nefta ku di dirêjahiya wê demê de hatiye dizîn û wan torên ku li pişt wê bûne, kûrtir kirine.
Piştî dîtina boriyê di derengiya şevê de, hêzeke mezin a polîsên Necefê li derdora cihê bûyerê hat belavkirin û dorpêçeke ewlehiyê ya tund li ser bax û boriya neftê hat sepandin, da ku rê li her destêwerdanekê were girtin û belge heta bidawîhatina rêkarên yasayî werin parastin.
Li ser asta fermî jî, aliyên peywendîdar li Bexdayê komîteyeke teknîkî ya bilind pêk anîne û dê were şandin bo Necefê, ji bo encamdana pişkinîneke meydanî ya hûr ji bo boriya qaçax û hêla sereke, da ku bi temamî zelal bibe ka çiqas nefta xav jê hatiye kişandin û ew karê neyasayî çawa hatiye rêxistin.
Niha hemû çav li ser encamên lêkolînên ewlehî û teknîkî ne ji bo aşkerekirina rastiya dosyeyê û ya herî girîng jî ragihandina navê wî parlamenterê ku bax li ser navê wî ye û heta niha bi fermî nehatiye aşkerekirin, di demekê de ku daxwazên ji bo lêpirsînê li gel hemû kesên têkildar, bêyî berçavgirtina parêzbendî, post û pêgehê, ber bi zêdebûnê ve diçin.
Dîtina vê boriyê di demekê de ye ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê di çend rojên borî de helmetên xwe yên ji bo şopandina qaçaxçiyên neftê li sînorê parêzgeha Necefê zêdetir kirine.
Roja 18ê Mijdarê Wezareta Navxwe ya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kiribû ku mefrezeyên Binkeya Polîsê Neftê ya Necefê û Fewca Yekem a ser bi Lîwaya Şeşem a Polîsê Wizeyê, bi hemahengiya li gel Beşa Îstîxbaratê, dest danîne ser baregeheke mezin a qaçaxçîtiya berhemên neftî li parêzgeha Necefê û tometbarek jî di nava wê de desteser kirine.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe, di wê operasyonê de dest hatibû danîn ser barhilgireke ji cureyê "Kenter" ku 20 bermîlên 220 lîtreyî tê de bûn, li gel destdanîna ser 12 tankiyên hesinî yên mezin ku hemû tijî berhemên neftî yên cure û qebareya wan nediyar bûn.