Wezîrê Navxwe li ser Pêvajoyê bi 8 parêzgarên Bakur re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Dêrsimê, bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî û bi beşdariya parêzgar û berpirsên ewlehiyê yên 8 parêzgehan, îro 21 Mijdarê civînek derbarê pêvajoya aştiyê tê lidarxistin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, di “Civîna Parêzgarên Herêmê ya bi Mijara Tirkiyeya Bêteror” de, xebatên ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de tên meşandin, qonaxa ku gihîştinê û pêşhatên dawî yên li qadê bi berfirehî tên gotûbêjkirin.

Di civînê de li gel Wezîrê Navxwe Mustafa Çîftçî, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Alî Çardakci, Rêveberê Giştî yê Ewlehiyê Alî Fîdan û serokên yekîneyên îstîxbarat û têkoşîna li dijî terorê yên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê jî amade dibin.

Di vê civîna herêmî de, li gel parêzgaran, fermandarên cendirmeyan û rêveberên polîs û ewlehiyê yên parêzgehên Dêrsim, Semsûr, Baybûrt, Xarpêt, Erzîncan, Erzirom, Meletî û Rihayê cih digirin.

Berî niha di 17ê Cotmehê de jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê li bajarê Êlihê ligel parêzgar û berpirsên ewlehiyê yên 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê civiyabû.

Di wê civînê de parêzgar, fermandarên cendirmeyan û rêveberên ewlehiyê yên Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Diyarbekir, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex û Wanê beşdar bûbûn û tê de pêngavên ewlekarî, asayîşa herêmê, xurtkirina rêkûpêkiya giştî û cîbicîkirina pêvajoyê hatibûn gotûbêjkirin.