Li parêzgeha Urmiyê di nav sê seetan de sê erdhej çê bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Navenda Qeyranan a Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku şeva borî di dema sê seetan de, sê erdhejan bi hêzên cuda cuda bajarê Xoyê yê wê parêzgehê hejand.

Rêveberê Qeyranan ê Urmiyê Hamid Sefarî serê sibeha îro Yekşem, 22ê Mijdara 2026ê, bi dilxweşî ve ji ajansa IRNAyê re ragihand ku erdhejên şeva borî ti zirarên canî nebûne, lê tirs û nîgeranî di nava şêniyên bajarê Xoyê de belav kiriye.

Li gorî gotina Sefarî, erdheja yekê bi hêza 3.6 pileyan di seet 10:51 de hatiye tomarkirin; erdheja duyê, ku ji her du erdhejên berî û piştî xwe bihêztir bû, bi hêza 4.3 pileyên Rîxterê di seet 12:55 de û erdheja sêyê jî bi hêza 3.6 pileyan di seet 01:12 de hatiye tomarkirin. 

Her li gorî gotinên navbirî, navenda wan her sê erdhejan jî bajarokê Feyrûreqê bûye, ku li bakurê rojavayê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û dikeve nêzîkî sînorê her du parêzgehên Agirî û Wanê yên Bakurê Kurdistanê.

Rêveberê Navenda Qeyranan a Parêzgeha Urmiyê herwisa ragihandiye ku tevî ku wan erdhejan ti zirarên canî û madî yên wisa nebûne jî, lê tîmên berevaniya sivîl, hawarçûna bilez û Heyva Sor ji bo her rewşeka nexwestî di amadebaşiyê de hatine danîn.