Balafirên Siûdiyê êrîşî ser cihên Hûsiyan li Senayê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Balafirên şer ên Siûdiyê şeş êrîşên asmanî kirin ser çend deverên Senaya paytexta Yemenê, ku di bin kontrola Hûsiyan de ne. Li gorî medyayê, wan cihên leşkerî û westgeheke sotemeniyê kirine armanc.
Ajansa nûçeyan a RIA Novostiyê ya Rûsyayî îro Yekşem, 22ê Mijdara 2026ê, li ser zarê çavkaniyan belav kir ku pênc ji wan êrîşan Çiyayê Etanê li başûrê rojavayê paytextê Yemenê kirine armanc, ku bingeha fermandariya lîwayên mûşekî yên artêşa berê ya Yemenê di nav de ye. Êrîşa din jî westgeheke sotemeniyê li pişka rojavayê Senayê hingaftiye.
Çend seetan berî niha hêzên Hevpeymaniya Erebî ragihand ku dron û mûşekeke balîstîk êxistine, ku ji aliyê Hûsiyan ve arasteyî Riyazê û devera rojavayê Siûdiyê hatibûn kirin.
Hûsiyan duhî Şemî, 21ê Mijdara 2026ê, Siûdiye bi 71 êrîşên asmanî û mûşekî di dema 24 seetan de tometbar kir, ku parêzgehên Beyza, Emran, Hece, Seide, Lehic, Teîz, Cewf û Meirîbê kirine armanc.
Li hember vê yekê jî, artêşa Yemenê ragihand ku wan di dema 24 seetan de 816 operasyon li dijî Hûsiyan birêve birine, di nav wan de jî 65 operasyon bi dronan û 14 jî êrîşên asmanî bûn di çarçoveya operasyona "Elinda Yemenê" de. Artêşa wî welatî zelal jî kir ku ew operasyon bûne sedema kuştin û birîndarbûna 149 çekdarên wê komê.
Serokê Encûmena Serkirdetiya Serokatiya Yemenê Reşad Elîmî li roja 5ê Cotmeha borî destpêkirina operasyona "Elinda Yemenê" bi piştevaniya Hevpeymaniya Erebî û bi serokatiya Siûdiyê ragihand, bi armanca vegerandina dezgehên dewletê û Senaya paytext ji bin kontrola Hûsiyan.