Stenbol.. Destdanîna ser medyayên opozîsyonê nerazîbûn li pey xwe anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, bi hezaran kesan li dijî berdewamiya rêkarên tund ên li hemberî medyayên ser bi opozîsyonê ve û destdanîna ser kanala "Sözcü"yê xwepêşandan kir û daxwaza azadiya raderbirîn û rojnamegeriyê kir.

Roja Yekşemê, bi hezaran kesan li Stenbolê wekî nerazîbûnekê li hemberî zêdebûna fişar û rêkarên hikûmetê yên li dijî medyayên opozîsyonê, xwepêşandaneke berfireh li dar xist. Ev xwepêşandan çend rojan piştî wê yekê hat ku polîsan avêtibû ser navenda kanala "Sözcü"yê û koma wê ya medyayî; tê de hejmarek karmend hatibûn binçavkirin û ji bo birêvebirina kanalê qeyûm hatibû danîn.

Xwepêşandan li ser banga "Yeni Parti" ku partiyeke opozîsyonê ya Tirkiyeyê ye hatibû rêkxistin. Xwepêşander ji taxa Beşîktaşê ber bi peravên Tengava Bosforê ve meşiyan. Wan pankarteke mezin bilind kiribû ku li ser hatibû nivîsîn: "Em azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê û azadiyê ji bo rojnamegerên xwe dixwazin."

Destdanîna ser kanala "Sözcü"yê nûtirîn pêngava desthilatdarên Tirkiyeyê ya li dijî medyaya opozîsyonê ye, piştî ku wan berê jî dest danîbû ser kanala "Tele 1"ê, kanala "Halk TV"yê ku li Tirkiyeyê kanala nûçeyan a herî zêde tê temaşekirin e û herwiha malpera nûçeyan a "T24"ê.

Beşdarên xwepêşandanê nîgeraniya xwe ya kûr li hemberî bertengbûna qada azadiyê û dengên rexnegir anî ziman.

Li gorî amarên "Komeleya Lêkolînên Medya û Yasayê" ku berevaniyê li mafên rojnamegeran dike, niha 25 rojnameger di zindanên Tirkiyeyê de girtî ne.