Rêber Ehmed: Em pabendî ti biryar û qanûneke berevajî destûrê nabin

Rêber Ehmed
Rêber Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê daxuyaniya Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê wekî cihê pirs û matmayînê wesf kir û tekez li ser wê yekê kir ku ew pabendî ti biryar û qanûnekê nabin ku berevajî destûrê be, tekez jî kir ku pirsgirêk bi danûstandinan û destûrê tên çareserkirin ne bi daxuyanî û helwestan.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro Sêşem, 24ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku biryara Hikûmeta Îraqê cihê pirs û matmayînê bû, di demekê de ku ev demeke dûrûdirêj e Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser gelek mijaran di danûstandinan de ne; tekez jî kir ku nedibû Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê wê daxuyaniyê belav bike û diviyabû ev mijar bi rêya destûrê bê çareserkirin.

Wezîrê Navxwe behsa wê yekê jî kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li ser gelek mijaran di danûstandinan de ne û heta radeyekê jî li ser çareserkirina hejmarek ji pirsgirêkan gihîştine lihevkirinê.

Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku ligel Hikûmeta Îraqê li ser gelek mijaran, lihevkirina wan heye û li ser mijara deriyên sînorî jî dibe ku vê hefteyê yan hefteya bê li Encûmena Wezîran a Îraqê bê yekalîkirin.

Rêber Ehmed herwisa got: "Me komnivseke hevpar heye ku ji aliyê Wezareta Darayî û Samanên Sirûştî yên Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Îraqê ve hatiye îmzekirin û li Encûmena Wezarî ya Aborî ya Îraqê jî hatiye pejirandin, lê ev çend meh in ku ev komnivîs ji bo nav civîna Encûmena Wezîran a Îraqê nayê birin û nayê pejirandin; lewma ew aliyê ku li ber bicihanîna wan lihevkirinan rêgir e ne Herêma Kurdistanê ye."

Herwisa got: "Em bi piştgiriya destûr, lihevkirina siyasî û bernameya hikûmetan amade bûn ku hevkariya Hikûmeta Îraqê bikin; bi taybetî di mijara rûbirûbûna gendeliyê de em bi erkê xwe rabûbûn û me gelek kes desteser kiribûn, ku ji aliyê Serokwezîr û Desteya Destpakiyê ya Îraqê ve daxwazkirî bûn."

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê piştrast jî kir ku ew ji bo çareserkirina her pirsgirêkekê bi rêya danûstandinan û destûrê amade ne, lê çareserkirina pirsgirêkan bi rêya daxuyanî û helwestan nayê kirin.

Di pareke din a axaftina xwe de, Rêber Ehmed ragihand: "Ez destxweşiyê li her du hêzên serekî yên Herêma Kurdistanê, PDK û YNKê, dikim ku hevhelwest bûn û daxuyaniyeke hevpar derxist; divê hemî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser mijarên niştimanî û neteweyî hevhelwest bin û pabendî parastina qewareya Herêma Kurdistanê bin."

Herwisa gelek bi eşkereyî ragihand: "Em pabendî ti biryar, daxuyanî, rênima yan qanûnekê nabin ku berevajî destûrê be; her helwesteke ku ligel Destûra Îraqê bigunce, em dê yekem kes bin ku bi cih bînin, lê em ti tiştekî din li derveyî destûrê bi cih nayînin"; tekez jî kir: "Niha jî em hemî amadehiya xwe ji bo her hevahengî û karekî hevpar radigihînin."

Di derheqa deriyên sînorî û pirsgirêka birêvebirinê de jî, Wezîrê Navxwe zelal kir ku ji bo birêvebirina deriyên sînorî madeya destûrî heye û tiştekî veşartî nîne daku em tiştekî bibêjin û Bexda tiştekî din bibêje. Herwisa got: "Di bingeh de, pirsgirêka me ligel Desteya Deriyên Sînorî yên Îraqê heye, ji ber ku di salên borî de qanûnek hatiye derxistin ku berevajî destûr û ruhê federalîzmê ye; parvekirina desthilat û çavkaniyan yek ji xalên serekî yên federalîzmê ye."

Navbirî tekez jî kir: "Pirsgirêka me li ser aqliyeta birêvebirina welatî ye, ji ber vê yekê ew kesê ku bi awayekî navendî bifikire bi piûştrastî ve berevajî dîtin û nerînên me ye; ji ber ku me piştî 2003ê welatek ava kiriye ku welatekî demokratîk û federal e, baweriya me bi wan prensîpan heye û li ser wan mijaran jî em ne amade ne tawîzan bidin."

Herwisa di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pirsgirêka Bexdayê ligel Herêma Kurdistanê pirsgirêkek e ku çavkaniya xwe ji aqliyeta navendî girtiye û ya ku em daxwaz dikin ew e ku ew aqliyeta heyî ligel sîstema siyasî û ruhê destûrê bê guncandin."

Wezîrê Navxwe piştrast jî kir ku armanca wî rengê biryar û daxuyaniyên Hikûmeta Îraqê her çi be li cem wan nayên qebûlkirin, û ragihand: "Her mijareke berevajî qanûn û destûrê be, em xwe ji hemî kesan berpirsiyartir dibînin ku rûbirûyê wê bibin û em di wê baweriyê de ne ku bi civîn û hevfêmkirinê em dikarin pirsgirêkan çareser bikin, ne bi daxuyanî û helwestan."