Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan bibe destpêkek bo girêdana ciwanên Kurdistan û cîhanê

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe bi tevlîbûna xwe ya di paneleke taybet a Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan li Hewlêrê de diyar kir û hêvî xwast ku ev lûtke bibe destpêkek ji bo zêdetir girêdana peywendiyên di navbera ciwanên Kurdistanê û ciwanên cîhanê de.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşem, 24ê Mijdara 2026ê, li ser tora civakî ya Xê kêfxweşiya xwe bi tevlîbûna xwe ya di Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan de diyar kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de nivîsiye: "Îro li Hewlêrê, em tevlî paneleke taybet a Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan bûn, ku ji aliyê “Kurdistan Foundation”ê ve hatibû rêkxistin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî daye: "Ez hêvîdar im Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan li Kurdistanê ji bo zêdetir girêdana peywendiyên di navbera ciwanên me li Kurdistanê ligel ciwanên cîhanê destpêkek be."