Arîn Barzanî ligel çend mêvanên navneteweyî civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Damezrênerê “Kurdistan Foundation”ê Arîn Barzanî di roja duyê ya Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan de li Hewlêrê ligel hejmareka mêvanên navneteweyî civiya û di çarçoveya bernameya "10 Pirsgirêk, 10 Çareserî" de pirsgirêk û pêşniyarên ciwanan nîqaş kirin.
Di çarçoveya roja duyê ya Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanên Kurdistanê 2026 de, Damezrînerê “Kurdistan Foundation”ê Arîn Barzanî îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, li Parka Şanederê li Hewlêrê di dema birêveçûna bernameya "10 Pirsgirêk, 10 Çareserî" de ligel hejmareka mêvanên navneteweyî civiya.
Di çarçoveya hevdîtinên xwe de, Arîn Barzanî ligel Şêx Yûsif Ebdulah Sebah ji Dewleta Kwêytê, kesatiyê diyar û bibandor ê civakê li Qeterê Xenîm Miftah û Nûnerê Komisyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) li Îraqê Toby Howarth civiya.
Ew civîn ligel birêveçûna destpêşxeriya serekî ya “Kurdistan Foundation”ê bi navê "10 Pirsgirêk, 10 Çareserî" hevdem bûn, ku tê de ciwanên xwedî şiyana guhertinê ligel wezîrên hikûmetê û pisporên navneteweyî dicivin, ji bo nîqaşkirina wan pirsgirêk û astengiyên ku ji aliyê ciwanên seranserî Herêma Kurdistanê ve hatine diyarkirin û darêtina pêşniyar û siyasetên kiryarkî û mimkin ji bo bicihanînê.
Di wê bernameyê de, deh maseyên taybet bi darêtina siyasetê hevdem kar kir û pirsgirêk û astengiyên deh mijarên cuda nîqaş kirin, ku ev bûn: kar û karûbarên civakî, tenduristî, perwerde, xwendina bilind, çandinî, rewşenbîrî û ciwan, şaredarî, bazirganî û aborî, civak û giştgirî, herwiha veguhestin û gihandin.
Pirsgirêk û astengî pêştir bi rêya rapirsiyên berî birêveçûna wê lûtkeyê hatibûn diyarkirin, ji bo piştrastbûna ji wê yekê ku nîqaş rengvedana nîgeranî, serpişkî û daxwazên ciwanan bin. Di nav çareseriyên pêşniyarkirî de jî, çaksazîkirina di pîverên wergirtinê de li zanîngehê bi zêdekirina hevpeyvînê ligel nimreyên pola 12ê, herwiha çend destpêşxeriyên ji bo piştgirîkirina karûbarên ciwanan di warê çandinê de, zindîkirina civakên gundiyan û bihêzkirina berhemên navxweyî hatin berçavkirin.
Kurdistan Foundation bi rêya vê destpêşxeriyê bizavê dike ku peywendî û hevkariya rasterast di navbera ciwanan û saziyên hikûmî de bihêz bike, roleke bibandor di darêtina siyasetan de bide ciwanan û derfetê ji bo wan peyda bike daku tevlî vedîtina çareseriyên kiryarkî ji bo pirsgirêk û astengiyên civak û pêşxistinê bibin.
Civînên Arîn Barzanî parek ji çalakî û peywendiyên navneteweyî yên berfireh ên wê lûtkeyê bûn, ku bi tevlîbûna şanda 47 welatan û di bin dirûşma serekî ya "Darêtina Paşerojê" de bi rê ve diçe, wekî sekoyekê ji bo bihêzkirina şiyanên ciwanan, hevkariya navneteweyî û karê hevpar, bi rêya girêdana daxwaz û hêviyên ciwanan bi şarezayî û ezmûna serkirdeyên navxweyî û navneteweyî.