Senterê Mîtroyê: Zimanê leşkerî di gotara siyasî û medyayî ya Îraqê de zêdetir bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Senterê Mîtroyê nîgeraniya xwe ya zêde ji bilindbûna zimanê leşkerî di gotara siyasî û medyayî ya Îraqê de diyar kir û bizavên gurkirina kerb û kîna neteweyî û taîfî ji aliyê kanalên asmanî yên girêdayî komên çekdar ve bi tundî şermezar kir.
Senterê Mîtroyê îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê da ku ezmûnan selimandiye ku axaftina ligel Hewlêrê yan her pêkhateyeke niştimanî bi zimanê gefan û hêzê pirsgirêkê çareser nake, belkî aloztir dike û zirarê digihîne berjewendiya hemî Îraqiyan.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de, çi destûrî, aborî yan emnî bin, li rêza yekê pirsên siyasî û mafparêzî ne û ne mimkin e ku bi hesin û agir an bi biryarên yekalî bên çareserkirin, belkî pêdivîtiya wan bi diyalogeka aştiyane ya cidî heye, ku pabendî destûr û lihevkirinên dualî be.
Di wê çarçoveyê de jî, Senterê Mîtroyê bizavên gurkirina ker û kîna neteweyî û taîfî bi tundî kirine, ku piraniya wan ew kanalên asmanî peyrew dikin ên ku bi pereyên komên çekdar tên birêvebirin; amaje bi wê yekê jî kiriye ku ew kanalên ku hejmara wan bi dehan tê hejmartin, êdî ne sekoyên medyayî ne bi qasî ku bûne amrazên palder ku ber bi serkêşiya leşkerî ve pal didin û parvebûna civakî mezintir dikin.
Senterê navbirî herwisa ragihandiye ku gotara nijadperestî û palderane ya li dijî Kurdan û Herêma Kurdistanê, ku ji aliyê serkirdeyên komên çekdar ve bi rêya wan platforman tên weşandin, rêbazeke redkirî ye ji aliyê niştimanî û exlaqî ve û gefeke rasterast e li ser aştî û ewlehiya giştî ya Îraqê.
Senterê Mîtroyê herwisa ragihand ku ew hemî gotarên kerb û kîna neteweyî, taîfî yan olî bi temamî red dike; tekez jî kiriye ku nabe azadiya ragihandinê ji bo perdeyekê ji bo paldana tundûtîjiyê, sivikatîkirina bi pêkhateyên niştimanî yan gihandina zirarê bi avahiya civakî bê guherandin.
Senterê Mîtroyê di demekê de ku daxwaz ji hemî aliyên siyasî dike ku zimanê aqil û hîkmetê bixin pêş, daxwaz ji hemîyan jî dike ku gotara kerb û kînê bidin aliyekî, alozkirina medyayî û leşkerî rawestînin û pabendî mekanîzmên destûrî bin ji bo çareserkirina duberekiyan.
Herwisa daxwaz ji hemî dezgehên ragihandinê yên Îraqê, bi taybetî yên ku ji aliyê komên çekdar ve tên peredarkirin, kiriye ku dest ji gotara kerb û kînê û paldana neteweyî û taîfî berdin û pabendî pîverên pîşeyî û bingehên exlaqî yên medyaya azad bin.
Senterê navbirî daxwaz ji Desteya Ragihandin û Gihandinê û Desthilata Dadweriyê ya Îraqê jî kiriye ku berpirsiyariya xwe di bicihanîna rêkarên qanûnî û lêpirsîna ligel wan kanalan de hilgirin, ku gotara kerb û kînê û paldana tundûtîjiyê diweşînin, bêyî ti alîgirî yan cudakariyekê.
Senterê Mîtroyê ev bangewazî arasteyî bijareyên siyasî, rewşenbîrî û medyayî yên Îraq û Kurdistanê kiriye, daku ji bo bihêzkirina çanda lêborînê kar bikin; herwisa daxwaz ji rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar û rojnamevanên şerefmend ên Îraqê bi arasteyên wan ên cuda cuda yên neteweyî, olî û siyasî kiriye ku rola xwe ya niştimanî bilîzin û hişyariyê li ser metirsiya gotara kerb û kînê bidin û daxwaz ji kanalên medyayî bikin ku gotareke berpirsyarane pêşkêş bikin ku yekgirtina civakî û pêkvejiyanê biparêze û berjewendiya bilind a welatî bi ser her tiştî bixe.