PDK û YNK di demeke nêzîk de dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyekî ji PDKê ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku piştî helwest û daxuyaniya wan a hevpar a li hember biryarên Îraqê, biryar e ku di demeke nêzîk de civîna di navbera PDK û YNKê de bê lidarxistin; amaje bi wê yekê jî da ku her çend heta niha dema civînê nehatiye diyarkirin, lê bi piştrastî ve li ser wê rewşa ku piştî daxuyaniya Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê çê bûye, her du alî dicivin.
Çavkaniyekê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku piştî belavkirina helwest û daxuyaniya hevpar a PDK û YNKê ya li hember biryarên Îraqê, di demeke nêzîk de civîna her du aliyan tê lidarxistin.
Wê çavkaniyê herwisa got: “Her çend heta niha dema civîna PDK û YNKê nehatiye diyarkirin, lê bi piştrastî ve li ser vê rewşa ku piştî daxuyaniya Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê li hember Herêma Kurdistanê çê bûye, di demeke nêzîk de civîn tê kirin.”
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) duhî Sêşem, 24ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyeke hevpar de amaje bi wê yekê kir ku ew daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê ve hatiye belavkirin, ligel wan pêşhat û rêkarên ku di van çend rojan de li Îraqê di rojevê de ne, ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê neçaverêkirî û cihê matmayîneke mezin in.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku hemî alî baş dizanin ku Herêma Kurdistanê ji wan mafên di Destûra Îraqê de hatine zêdetir daxwaz nekiriye, lê bi dirêjahiya salên borî mafên wê yên destûrî hatine binpêkirin.
Li gorî wê daxuyaniyê, her du aliyan tekez li ser wê yekê kiriye ku divê hemî alî pabendî destûrê bin û eger pirsgirêkek jî di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de hebe, divê destûr dadwer û di navbera wan de navbeynkar be. Ji bilî destûrê, her rêkar û biryareke din li dijî Herêma Kurdistanê berevajî destûrê ye.
Di daxuyaniya hevpar a PDK û YNKê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku Herêma Kurdistanê berhema xwîn û xebata dûrûdirêj a gelê Kurdistanê ye û binpêkirina maf û destkeftiyên wê xeta sor e.
Her du aliyan piştrast kiriye ku ew ligel diyalog, zelalî û hevfêmkirinê ne û biryara yekalî xizmeta ewlehî û tenahiya Îraqê nake.