PWK daxwaza yekrêziya Kurdan li beranberî gefan dike

Qasim Ergun
Qasim Ergun

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mistefa Ozçelîk sibeha îro di dema vegera xwe ya ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê de li Deriyê Xabûrê hat desteserkirin û piştî wergirtina gotinên wî bi zimanê Kurdî hat berdan, endamekî serkirdetiya wê partiyê jî ji Kurdistan24ê re daxwaza yekrêziya Kurdan li hember gefan dike.

Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mistefa Ozçelîk sibeha îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, di dema vegera xwe ya ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê de, bi rêya Deriyê Xabûrê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin. Ji aliyê dozgeriya giştî ya Amedê ve, gotin ji Ozçelîk hatine wergirtin û wî gotinên xwe bi zimanê Kurdî pêşkêş kirine û piştre hatiye berdan.

Desteserkirina Ozçelîk di çarçoveya wê operasyonê de bûye ya ku hefteya borî li dijî endamên encûmena navendî ya hevbendiyeka Kurdistanî hatiye kirin.

Endamê Navendî yê Rêveberiya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Qasim Ergun li Stenbolê di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand ku wekî di dîroka Komara Tirkiyeyê de hatiye dîtin, îhtîmaleke mezin heye ku ev operasyon û zext berdewam bin.

Qasim Ergun tekez li ser wê yekê jî kir ku ew operasyon neqanûnî ne û heta ligel qanûnên dewleta Tirkiyeyê jî naguncin, ji ber ku ew hevbeniya ku pêk aniye bi ti awayî piştgiriyê li şerê çekdarî nake, li dijî tundûtîjiyê ye û bi awayekî demokratîk siyasetê dike.

Navbirî eşkere jî kir ku hefteya borî di çarçoveya eynî dosyayê de polîsan avêtiye ser mala Mistefa Ozçelîk li Stenbolê û li wê derê nexweşî gihandiye dayika wî ya 80 salî, lê piştrast jî kir ku ew li ser doza xwe rijd in, peyrew û bernameya hevbenidya xwe ya Kurdistanî diparêzin û li ser bihêzkirina yekrêziyê û parastina mafê netewebûn û xwebirêvebirina gelê Kurd li ser axa xwe berdewam dibin.

Li ser gefên van demên dawiyê yên Îraqê li dijî qewareya Herêma Kurdistanê jî, wî endamê serkirdetiya PWKê amaje bi wê yekê da ku ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin, herwisa ragihand ku ji damezrandina Kurdistana federalî ve heta îro her dema derfet çê bibe, siyaseta dagirkirinê berdewam dibe û êrîşî ser Kurdan û Kurdistanê tê kirin.

Qasim Ergun herwisa daxwaz ji hemî Kurdistaniyan û bi taybetî serkirdetî, desthilatdar, opozisyon, PDK, YNK û hemî partiyên Başûrê Kurdistanê kir ku navmala xwe bikin yek, ji ber ku tenê bi yekrêziyê ew dikarin Kurdistanê biparêzin.

Wî herwisa ji bo piştgirîkirina Herêma Kurdistanê bangewazî arasteyî Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê kir û got: "Îro roja piştgiriyê ye, em rêyê nadin ku dagirker Kurdistanê dagir bikin û em hemî Pêşmerge ne."