Arîn Barzanî ligel çend berpirsên navneteweyî û herêmî civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Damezrînerê “Kurdistan Foundation”ê di çarçoveya karên Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanên Kurdistanê – 2026 li bajarê Hewlêrê de, ligel her yek ji Wezîra Karûbarên Ciwanan a Şahnişîna Behreynê, Rêvebera Pişka Ciwanan li Encûmena Hevkariya Kendavê û Balyozê Berê û Çavdêrê Herdemî yê Rêxistina Navneteweyî ya Ciwanan ji bo Neteweyên Yekbûyî civiya.
Li gorî zanyarên belavkirî yên Lûtkeya navbirî, îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, li bajarê Hewlêrê û di dema Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanên Kurdistanê – 2026 de, Damezrînerê “Kurdistan Foundation”ê Arîn Barzanî çend hevdîtin ligel berpirs û kesatiyên navneteweyî û herêmî yên girêdayî karûbarên ciwanan kirin.
Di wê çarçoveyê de, Arîn Barzanî ligel Wezîra Karûbarên Ciwanan a Şahnişîna Behreynê Rewan bint Necîb Tewfîqî civiya. Di hevdîtineke din de jî, her di çarçoveya wê lûtkeyê de, Arîn Barzanî ligel Rêvebera Pişka Ciwanan li Encûmena Hevkariya Kendavê Esrar Ensarî civiya.
Arîn Barzanî herwiha ligel Balyozê Berê û Çavdêrê Herdemî yê Rêxistina Navneteweyî ya Ciwanan ji bo Neteweyên Yekbûyî Daniel del Valle Blanco jî civiya. Arîn Barzanî herwisa kêfxweşiya xwe bi wan hevdîtinan di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanên Kurdistanê – 2026 de diyar kir.
Kurdistan Foundation bi rêya vê destpêşxeriyê bizavê dike ku peywendî û hevkariya rasterast di navbera ciwanan û saziyên hikûmî de bihêz bike, roleke bibandor di darêtina siyasetan de bide ciwanan û derfetê ji bo wan peyda bike daku tevlî vedîtina çareseriyên kiryarkî ji bo pirsgirêk û astengiyên civak û pêşxistinê bibin.
Civînên Arîn Barzanî parek ji çalakî û peywendiyên navneteweyî yên berfireh ên wê lûtkeyê bûn, ku bi tevlîbûna şanda 47 welatan û di bin dirûşma serekî ya "Darêtina Paşerojê" de bi rê ve diçe, wekî sekoyekê ji bo bihêzkirina şiyanên ciwanan, hevkariya navneteweyî û karê hevpar, bi rêya girêdana daxwaz û hêviyên ciwanan bi şarezayî û ezmûna serkirdeyên navxweyî û navneteweyî.