Şêx Murşid Xeznewî: Tenê bi yekrêziya gelê kurd pilangêrî tên pûçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesayetê diyar ê olî û niştimanî yê kurd Şêx Murşid Xeznewî di peyameke vîdyoyî de ragihand, fişar û gefên niha yên li ser Herêma Kurdistanê ne tenê nakokiyên îdarî û teknîkî ne, belkî êrîşên rasterast in li ser bingeha hebûna gelê kurd. Xeznewî her wiha tekez kir ku çekê herî bihêz a ji bo serkeftinê, yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê ye.

Şêx Murşid Xeznewî îro 26ê Mijdara 2026an, di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku gelê kurd di qonaxeke dîrokî ya hestiyar re derbas dibe û careke din rastî gefan hatiye; armanc ji van gefan şikandina îradeyê û bêparkirina Herêma Kurdistanê ye ji mafên wê yên destûrî, yasayî û destkeftiyan.

Herwiha Şêx Murşid diyar kir ku ev maf û destkeftî wekî diyarî ji kesî re nehatine dayîn, belkî bi xwîna bi sed hezaran şehîdan, hêstirên dayikên cergşewitî û nalînên Enfal û Helebceyê hatine bidestxistin.

Derbarê pêşhatên siyasî û aborî de jî Xeznewî got: "Tiştê ku îro li qada siyasî diqewime, ji biryarên yekalî, zimanê hêzê û mantiqê leşkerî bigire heta hewlên xeniqandina aboriya Herêma Kurdistanê û jêstendina desthilatê ya li ser deriyên sînorî û zeviyên petrolê, ne tenê nakokiyeke îdarî yan teknîkî ye wekî ku hin alî dixwazin nîşan bidin; belkî hewlek e ji bo vegera serdema navendîtiya stemkar û zordar."

Kesayetê olî her wiha dûpat kir ku Herêma Kurdistanê ne tenê parçeyekî erdê ye, belkî bingeha rûmeta her kurdekî ye li cîhanê û stûna stratejîk a doza rewa ya kurd e û got: "Destdirêjiya li ser Herêma Kurdistanê, destdirêjî ye li ser her malbateke kurd li Qamişlo, Mehabad, Amed, Hewlêr û Silêmaniyê."

Di beşeke din a peyama xwe de, Şêx Murşid Xeznewî berê xwe da hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û bi taybetî yên Herêma Kurdistanê û got: "Dabeşbûna we me lawaz dike û jihevketina we hêza gelê me biçûk dike."

Di dawiya peyama xwe de, Xeznewî tekezî li ser yekgirtina helwesta gelê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê kir û bi bîranîna tawanên Enfal û kîmyabaranê diyar kir ku siyaseta parçekirinê, dorpêç û gefên leşkerî nekarîne serê gelê kurd bitewînin. Xeznewî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Piştgirîkirina Herêma Kurdistanê ne bijarde ye, belkî erkek e li ser milê her kurdekî bişeref û niştimanperwer."