Berpirsên Bexdayê çi ji Hoşyar Zêbarî re gotine? Kurdistan24 aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarên Çarçoveya Hevahengiyê ji berpirsekî bilind ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re ragihandine, ew rê nadin nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bigihîjin asta leşkerî û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan bi rêya gotûbêj û destûrê kirine.

Jêderekî bilind a agahdar îro Pêncşemê (26ê Mijdara 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, ji roja 24ê Mijdarê heta şeva borî, Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Navenda Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê Hoşyar Zêbarî zincîreyek civîn ligel rayedarên Çarçoveya Hevahengiyê pêk aniye.

Li gorî gotina wî jêderî, her yek ji Serokwezîrê pêştir ê Iraqê Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî û Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Geşepêdanê Mihemed Şiya Sûdanî ji Hoşyar Zêbarî re gotine ku ew bi ti awayî rê nadin pirsgirêk bigihîje asta leşkerî; belkî divê kêşe bi gotûbêjan bên çareserkirin û destûr bibe dadwer û bingeha çareseriyê.

Her wiha wî jêderî da zanîn jî ku Hoşyar Zêbarî nêrîna PDKê ya derbarê pirsgirêkan de gihandiye hemû wan serkirdeyan û tekez kiriye ku PDK ligel çareserkirina pirsgirêkan li gorî destûrê ye.

Di çarçoveya heman liv û tevgera dîplomatîk a li Bexdayê de, şanda PDKê ya bi serokatiya Hoşyar Zêbarî êvara 24ê Mijdarê ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî civiya û jê xwast ku wekî serokê desthilata yasadananê li hemberî her binpêkirineke destûrî xwedî helwesteke zelal be.

Her wiha Hoşyar Zêbarî duh di hevdîtinên xwe yên ligel Mihemed Şiya Sûdanî, Hadî Amirî û Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz de naveroka peyama Serok Barzanî gihand wan, ku tê de pêbendbûna bi destûr û bingehên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê wekî baştirîn rê ji bo parastina sîstema federalî û yekalîkirina dosyeyên hilawîstî tê dîtin.

Ev civîn piştî wê yekê tên ku roja Sêşemê (24ê Mijdara 2026an) Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi hinceta rûbirûbûna qaçaxçîtiya petrolê ya li Kompanyaya Petrola Bakur, biryar da ku Desteya Deriyên Sînorî hemû deriyên Herêma Kurdistanê werbigire, deriyên nefermî bigire û hinardekirina petrola xav û berhemên petrolê tenê bi rêya Wezareta Petrolê ya Federal rêpêdayî be.