Şivan Perwer: Divê Kurd yekdeng bin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer û Adem Çiyayî tevlî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bûn; Şivan Perwer di hevpeyvînê de bal kişand ser girîngiya yekrêziya neteweyî û rola ragihandinê di gihandina dengê gelê Kurd de.
Hunermend Şivan Perwer û Adem Çiyayî (zarokê xwedan-pêdivîtiyên taybet ê bajarê Silêmaniyê ku pêştir bûbû sembola xwenîşandanên bajarê Silêmaniyê û wêneyê wî li ser bergê kitêba pola şeşê ya xwandina berahiyê (seretayî) hatibû danan) îro Pêncşem, 26ê Mijdara 2026ê, tevlî bultena seet 7:00 a Kurdistan24ê bûn û çend daxuyanî pêşkêş kirin.
Şivan Perwer li destpêkê amaje da rola ragihandinê di bûyerên neteweyî û gihandina dengê gelê Kurd bi cîhanê de û got: “Di rojên wisa de, divê her kesek karê xwe bike, bi taybetî jî rola ragihandinê niha di jiyana mirovan de gelek giring e. Ragihandinên Kurdistanê jî niha têra xwe hene û dengê wan diçe dinyayê, lewma baş e ku rola xwe bilîzin. Gelê Kurd êdî ne pêdivî ye ku îla kesekê din dengê wî bigihîne, ew bi xwe jî dikare dengê xwe bigihîne.”
Hunermendê navbirî herwisa ragihand: “Kesên ku tenê li bajaran jiyane nikarin behsa zehmetiyên gundan bikin. Kesên ku jiyana bajariyan jî nizanin nikarin baş behs bikin. Me nexweşiyên gelê xwe dîtine, lewma em qîmeta azadiyê dizanin û daxwaza mafên gelê xwe dikin.”
Herwisa got: “Dewlet li ser ramanên neteweyî çê dibe, ramanên neteweyî jî ji nava Ewropayê tên. Cara yekê Fransayê dewleta neteweyî danaye, paşî Ingiltera, Polanda, Almanya û yên din çê dibin û heta li dawiyê dewletên Amerîkayê jî çê dibin. Em Kurd hêj negihiştine ramanên neteweyî, lewma her kesek dibêje ez. Gel wek avê ye, hemî alî di nav wê avê de wekî masiyan in. Gava av nema, hemî masî dimirin. Heke av bimîne, gel jî dê bimîne. Her tişt ji bo gel e, heke tu li ser gel nefikirî, tu dê xwe bifikirî.”
Amaje da pirrengiya gelê Kurd û got: “Hemî dewletên Ewropayê û Rûsya jî Kiristiyan in lê ew hemî jî dewlet in, lê gava sihbet digihîje ser me, dibêjin: Ev Êzidî ye, ev Elewî ye, ev Şîe ye, ev Sune ye, ev nizanim çi ye. Kurd di nav olan de perçiqîne, mala hev şewitandiye.