Pêşewa Hewramanî: Divê Pêşmerge berpirsê her livîneke leşkerî li Herêma Kurdistanê be

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku li gorî madeya 121ê ya Destûra Îraqê, Pêşmerge wekî hêza parastina Herêma Kurdistanê hatiye binavkirin û her livîneke leşkerî li nav Herêma Kurdistanê hebe, divê Pêşmerge berpirsê wê be.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro Pêncşem, 26ê Mijdara 2026ê, di peyamekê de amaje bi wê yekê kir ku her tişt bi avakirina 'hevsengî û rêzgirtina li federalîzmê' dest pê dike, ne bi bizava ji bo lawazkirina wan hêzên ku rewatiya xwe ji destûr û îradeya xelkê Kurdistanê wergirtine.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwisa behsa wê yekê jî kir ku her fêmkirineka din tenê ajendayeke siyasî ya demkî ye û xizmeta aştî û yekrêziya Îraqê nake.

Li ser pêgeha destûrî ya Pêşmerge jî, Hewramanî zelal kir ku madeya 121ê ya Destûra Îraqê Pêşmerge wekî hêza parastina Herêma Kurdistanê binav kiriye; lewma her livîneke leşkerî li nav Herêma Kurdistanê hebe, divê Pêşmerge berpirsê wê be wekî hêzeke xwedî navûdengê baş û pêşeng di rûbirûbûna terorê de li dema borî û parêzera hemî pêkhateyên Herêma Kurdistanê.

Navbirî piştrast jî kir: “Danûstandinên me wê demê digihîjin encamê ku hemî aliyan baweriya tevahî bi wê yekê hebe ku Herêma Kurdistanê herêmeke federalî ya destûrî ye di nav Îraqê de.”