DEM Partî: Parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bingeha tenahiya Îraqê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan piştgiriya xwe ji bo parastina qewareya destûrî û destkeftiyên Herêma Kurdistanê piştrast kir; tekez jî kir ku pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi biryarên yekalî û rêbazên leşkerî nayên çareserkirin, belkî pêdivîtiya wan bi nîqaş û danûstandinên destûrî heye.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro Pêncşem, 26ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de nirxandina xwe ya li ser qewareya destûrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê û pêşhatên vê dawiyê belav kir.
Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navendî:
Statuya meşrû, zagonî û demokratîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Makezagona Iraqa Federal ve di 2005an de hatiye garantîkirin, encama destkeftiyên dîrokî û îradeya demokratîk a gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê ye. Parastin û xurtkirina vê statuyê ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo aştiya civakî, aramiya siyasî û siberoja demokratîk a Iraqê jî pir girîng e.
Aloziya ku di rojên dawî de li ser rêveberiya deriyên sînor û çavkaniyên enerjiyê zêde bûye, careke din hesasiyeta rêgezên federalîzmê û hevsengiyên makezagonî derxistiye holê. Nakokiyên îdarî, aborî û hiqûqî yên ku di navbera Bexda û Hikûmeta Herêmê de derdikevin, bi biryarên yekalî, bi gotinên ku aloziyê zêde dikin an jî bi nêzîkatiyên mîlîtarîst çareser nabin, di çarçoveya makezagonî de bi rêya diyalog û danûstendinê dikarin bên çareserkirin. Rêya çareseriya mayînde ew e ku Rêveberiya Iraqê ya federal, mafên rewa yên gelê Kurd nas bike û bi aqilê hevpar tevbigere.
Digel vê yekê pir girîng e ku hemû aktorên siyasî û saziyên li Herêma Kurdistanê di vê pêvajoya krîtîk de lihevkirina demokratîk bingeh bigirin, bi rêya danûstendinê pirsgirêkan çareser bikin û yekîtiya civakî û xebitîna saziyan xurt bikin.
Weke Partiya DEMê, em piştgiriyê didin ku statuya makezagonî û destkeftiyên gelê Kurd bên parastin û hemû pirsgirêk bi rêya danûstendinên aştiyane û demokratîk bên çareserkirin. Helwesta ku maf û îradeyan li ser bingeha rêzgirtina hevbeş diparêze, dê hem ji bo demokratîkbûna Iraqê û hem jî ji bo aştî û aramiya herêmî tevkariya herî xurt bike.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEMê
26 Mijdar 2026