Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê tekez li ser berdewamiya proseya aştiyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê bi rê ve çû û di daxuyaniya dawiyê de helwesta Enqereyê li ser proseya aştiyê, hevahengiya ligel Îraq û Sûriyeyê û dawî pêşhatên herêmî û navneteweyî hatin berçavankirin.

Piştî civîna Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK), ku li Koçka Serokatiyê li Enqereyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro Pêncşem, 26ê Mijdara 2026ê, bi rê ve çû, daxuyaniyek hat belavkirin.

Li gorî wê daxuyaniya ku di hesabê fermî yê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê de li ser torên civakî hatiye belavkirin, di wê civînê de zanyar pêşkêşî encûmenê hatine kirin, li ser wan çalakiyên ku li navxwe û derveyî Tirkiyeyê bi îsrar û rengekê serkeftî li dijî her gef û metirsiyekê li ser yekrêziya niştimanî û mana dewletê tên kirin.

Di wê daxuyaniyê de hatiye: "Nirxandin ji bo wan pêşketinên berçav û rewşa niha hatiye kirin, ku di karên girêdayî proseya aştiyê û armanca herêmê de hatine bidestxistin, û tekez li ser wê yekê jî hatiye kirin ku ew çalakiyên pirralî yên ku di çarçoveya qanûna xurtkirina hevgirtina niştimanî û yekbûna civakî de tên kirin, bi îsrar berdewam dikin."

Herwisa amaje hatiye kirin: "Gengeşe li ser wê qonaxê hatiye kirin ku di rûbirûbûna bêssazişiya komên tawanên rêxistî de gihîştine wê, û hatiye piştrastkirin ku bi ti awayan rê bi wan pêkhateyan nayê dan ku bi armanckirina aramî, berfirehî û silametiya can û malê welatiyan, bizavê ji bo têkdana sîstema giştî dikin."