PWK: Li hember gefên li ser Başûrê Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêwîst e
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îro În, 27ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de hişyarî li hember amadekariyên leşkerî û zextên hikûmeta navendî ya Îraqê li dijî statuya federalî ya Başûrê Kurdistanê da, tekez jî kir ku parastina destkeftiyên Herêmê erkê neteweyî yê her çar perçeyên Kurdistanê ye û herwisa banga yekîtiya neteweyî kir.
Peyama Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Baroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
LI DIJÎ TEHDÎTÊN LI SER DESTKEFTÎYÊN FEDERE YÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI YEKITÎYA NETEWEYÎ HELWESTEK BI BIRYAR PÊWÎST E!
Ev du salên dawî, êrîşên dewletên kolonyalîst yên li çar perçeyên Kurdistanê li dijî miletê Kurd û Kurdistanê ku dixwazin destkeftiyên neteweyî ji holê rakin, bi erêkirin û piştgirîya hinek hêzên herêmî û navdewletî gihîştîye asteke gelekî metirsîdar. Piştî bûyer û pêşhateyên li Rojavayê Kurdistanê, li ber çavên raya giştî ya dinyê, îro Başûrê Kurdistanê bi rewşek weha xeter û metirsîdartir rû bi rû ye.
Desthilata Navendî ya Iraqê; bi behaneyên serwerî, ewlehîya petrol, gumrik, sînor û desthilatdarîya federal, ji bo hebûna Federe ya Başûrê Kurdistanê û destkeftiyên miletê Kurd yên li vî perçeyî tasfîye bike di nav hazirî û amedebaşîyek leşkerî de ye.
Berî her tiştî, ev hewildanên leşkerî yên li hemberî statuya federe ya Başûrê Kurdistanê li dijî Qanûna Bingehîn ya Iraqê ye. Statuya Federe ya Başûrê Kurdistanê statuyek siyasî û hiqûqî ye ku di Qanûna Bingehîn ya Iraqê de hatiye naskirin. Di heman demê de, ev statuya siyasî û hiqûqî di qada navdewletî de jî hatiye qebûlkirin. Loma ev siyaseta êrîşker ya desthilata navendî ya Iraqê, di heman demê de li dijî rewş û hiqûqa navdewletî ye jî.
Desthilata Navendî ya Iraqê, di serî de Xala 140î ya Qanûna Bingehîn, gelek xalên Qanûna Bingehîn û peymanên bi Birêveberîya Herêma Başûrê Kurdistanêre mohr kirine, pêknayîne. Yê ku pêdivîyên Qanûna Bingehîn pêknayîne, peymanan bin pê dike û bi berdewamî astengan li pêşîya çareserîya pirs û pirsgirêkan derdixîne, birêveberîya Bexdadayê bi xwe ye.
Di rastîya xwe de, em li Iraqê nikarin behsa hikûmetek ku ewlekarîya xelkê û sazûmana giştî ya rasteqinî li seranserî welêt pêktîne bikin. Di serî de wek hêzeke fermî Haşdî Şabî û gelek hêzên paramîlîter û leşkerî yên ne di bin kontola dewletê de ne û bi wan re tevdigerin hene. Rişwet, gendelî, qaçaxçîtiya petrolê, tevgerên qaçaxçîtîyê, dabeşkirina rantê, bêhiqûqî, bêdadwerî, feqîrî û hejarî weke pirsgirêgên esasî yên welêt bi dijwarî derdikevin pêş.
Ji alîyekî din, li Iraqê ev demek dirêj e ku Îran û Rejîma Meleyan xwedî bandorek mezin in. Çavkanîyên siyasî û aborî bi awakî berfireh ji bo berjewendîyên Îranê yên herêmî têne bikaranîn, birêveberîya Iraqê bi awakî berbiçav di bin bandora Tahranê de tevdigere. Ev restî, li ber çavên raya giştî ne.
Teva vê rewşê û van mercan, gef û amdekarîyên leşkerî yên Hiqûmeta Navendî ya Iraqê yên li dijî birêveberîya Başûrê Kurdistanê gelekî balkêş û manîdar in.
Li Tirkîyeyê, ev pêvajoya ku bi navê ”Tirkîyeya Bêteror û Herêma Bêteror’’ tê pênasekirin û di vê çarçeweyê de siyasetên entegrasyonîst li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê gav bi gav têne birêvebirin. Niha jî em li Başurê Kurdistanê bi xeter û metirsîyek weha rû bi rû ne. Ew dixwazin bi siyasetên weha li vî beşê Kurdistanê jî destkeftîyên siyasî, îdarî û dezgehî yên miletê Kurd tasfîye bikin. Ji bo ku ev siyaset ji alîyên hêzên herêmî û beşek hêzên navdewletî jî tê qebûlkirin û piştgirîkirin, metirsî û ciddîyeta van tehdît û êrîşên li ser miletê Kurd û Kurdistanê gelekî zêdetir dike.
Bûyer û pêşhateyên li her çar perşeyên Kurdistanê rû didin, ji hev nayên veqetandin. Siyasetên ji bo hejarkirina îradeya siyasî, sînorkirin û ”baskokirina” deskeftîyên hene, astengkirina hewildanên ji bo mafên statuya neteweyî yên miletê Kurd, di asta herêmî de xeterî û metirsîyek mezin pêktîne. Loma jî ne rast e ku em van gef û tehdîtên li dijî Başûrê Kurdistanê, weke tenê pirseke vî perçeyê Kurdistanê bibînin. Her êrîşên li dijî statu û destkeftîyên Başûrê Kurdistanê, pêşeroj û destkeftîyên neteweyî yên miletê Kurd li perçeyên dîn jî rastûrast eleqeder dikin.
Başûrê Kurdistanê tekexakeke Kurdistana azad e ku di encamê têkoşînek demek dûrûdirêj ya dijwar û dîrokê de, bi rondikên çavan, werankirin û fedekarîya sedhezaran hatîye bidestxistin. Başûrê Kurdistanê, li gel kurdan welatê hevbeş yê hemû pêkhateyên Kurdistanê yên etnîkî, olî û mezhebî ye ku di nav ewleyî, aramî û xweşbînîyê de dijin. Herweha Başûrê Kurdistanê hêvî, sembola destkeftîyên neteweyî û garantîya pêşeroja kurdên çar perçeyan Kurdistanê û kurdên li çarkenarên dinyayê dijîn e. Parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê, ne tenê erkê gelê Başûrê Kurdistanê ye; ew erk û wezîfeyek neteweyî ya miletê Kurd yê her çar perçeyên Kurdistanê ye.
Ji ber vê yekê, divê aktorên siyasî, partî û rêxistinên siyasî, rewşenbîr û dezgehên sivîl yên çarperçeyên Kurdistanê van bûyer û pêkhateyan rast binirxînin û herweha pêşxistina helwestek neteweyî ya hevbeş gelekî girîng e. Di serî de li Başûrê Kurdistanê, divê em berjewendîyên teng yên partîtîyan deynin alîyekî; em bi hevbendî, helwest, piştgirî û hişmendîyek yekitîya neteweyî tevbigerin. Îro, gavavêtinên di vî warî de, berpirsiyarîyek dîrokî ye.
Weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), em bangî miletê Kurd yên çar perçeyên Kurdistanê, hemû pêkhateyên li ser vê xakê dijîn, kurdên li welatên pêwendîdar û kurdên diyasporayê dikin ku ji bo parastina pîroz ya welatê hevbeş em bi hevbendî, helwest û hişmendîyek neteweyî tevbigerin.
Ew piştgirî, alîkarî, ruh û hişmendîya neteweyî ya di Komkujîya Helepçe (1988), derbasbûna peşmergeyan ya ji bo berxwedana Kobanîyê (2015), Refrandûma Serxwebûnê (2017) û ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê ku me weke yek welatî û yek miletî nîşan da, divê îro jî bibe rê û rêbaza me. Di rewşên weha de, gav li ser sînor, cihêtîyên olî, mezhebî û îdeolojîk, nasnameyên partî û rêxistinîyê hatin avêtin; hêjayîyên hevbeş yên neteweyî û hişmendîya neteweyî derketin pêş. Îro jî divê em bi heman ruhî û hişmendîya neteweyî tevbigerin; ji bo parastina Başûrê Kurdistanê îrade, hest û helwestek hevbeş nîşan bidin.
Em weke PWK di wê bawerîyê de ne ku wê hêzên neteweyî yên Başûrê Kurdistanê bi hevbeşî û hevbendî tevbigerin; li hemberî hemû gef, tehdît û êrîşên dikarin werin holê, dê pêşmergên miletê Kurd yên qahreman welat û xake hevbeş ya pîroz biparêzin. Em îlan dikin ku em dê di her şert û mercan de, piştgirîya wan bikin û li cem wan bin.
Di serîde em bangî Yekîteyên Neteweyan (YN), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yektîya Ewropayê, dewletên demokratîk, dem û dezgehên navneteweyî û raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî gef û êrîşên li ser xaka Herêma Başûrê Kurdistanê, hewildanên ji bo jiholêrakirina destkeftîyên federe yên neteweyî yên miletê Kurd bêdeng nemînin û helwestek eşkere û cidî bigrin.
27.11.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)