Di dema Kabîneya Nehem de zêdetirî 53 hezar kesên qutbûyî bo xwendinê hatine vegerandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bidawîhatina projeya îsal a vegerandina kesên ji xwendinê qutbûyî bi hemahengiya ligel Rêxistina UNICEFê ragihand û eşkere kir ku tenê di vê helmetê de 11 hezar û 356 kes bo navendên xwendinê hatine vegerandin.
Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd îro 29ê Mijdara 2026an, diyar kir ku proje di 4ê Cotmehê de dest pê kiriye û heta 17ê Mijdarê berdewam bûye. Amaje bi wê yekê jî kir ku di şeş salên borî yên kabîneya nehem de, 42 hezar û 107 kesên din ên qutbûyî bo xwendinê hatibûn vegerandin û bi vê yekê hejmara giştî ya kesên ku di dema kabîneya nehem de hatine vegerandin, gihiştiye 53 hezar û 463 kesan.
Derbarê şêwazê karkirinê de, Wezîrê Perwerdeyê da zanîn ku berê serederiya ligel kesên qutbûyî bi awayekî takekesî û bêplan bû, lê Wezareta Perwerdeyê bi hevkariya ligel rêxistinên navdewletî û navxweyî yên wekî UNICEF, UNESCO, Save the Children, Zarokparêziya Kurdistanê û INTERSOSê, pêvajoyeke sîstematîk ava kiriye. Hemû data bi awayekî zelal li ser malpera "Back to Learning" hatine tomarkirin û navendên xwendinê niha di vegerandin û tomarkirina qutbûyiyan di databeysê de roleke sereke dilîzin.
Wezîrê Perwerdeyê derbarê awayê vegerandinan de diyar kir ku di nav kesên vegeriyayî de kesên wisa hene ku zêdetirî 10 salan e dev ji xwendinê berdane. Pêvajo bi du şêwazan tê cîbicîkirin; beşek ji wan vedigerin xwendina asayî û beşê din jî di rêya xwendina neasayî ya wekî xwendina bilez û ya êvaran re xwendina xwe didomînin.
Heme Seîd tekeziyê li ser girîngiya civakî ya vê gavê dike û dibêje: "Ev hejmar ne tenê hejmarên li ser kaxezê ne, belku vejandin û vegerandina hêviyê ne ji bo bi hezaran kesan û dûrxistina wan e ji paşguhxistina civakî, ji ber ku qutbûna ji xwendinê ziyaneke mezin digihîne asayişa civakî û aborî."
Di dawiyê de Wezîrê Perwerdeyê careke din tekez kir ku tenê ragihandina vegerandina kesên qutbûyî ne bes e. Her wiha destnîşan kir ku xala herî girîng ew e hay ji van kesên vegeriyayî hebin da ku careke din ji xwendinê qut nebin; ev yek jî wekî erkê sereke yê navendên xwendinê û desteyên wan ên kargêrî tê dîtin.