Erdogan ji Macron re : Em axa Sûrya dagîr nakin

Parîsê daxuyaniyek belav kiriye, ku Macron û Erdogan derbarê karkirin li ser nexşeriyeke dîplomasî li Sûryê, lihev kirine.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê ji hevpostê xwe yê Firensî re ragihand, ku niyeta dagîrkirina axa Sûryê li cem Tirkiyê tine ye.

Li gorî ajansa Anadolê, di pêwendiyeke telefonî de, serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ji serokê Firensa re Emmanuel Macron re ragihand, ku operasyona wan ya li Efrînê tenê ji bo jinavbirina terorîstan e li wê navçeyê û tekez kir ku ew naxwazin axa Sûryê dagîr bikin.

Ji aliyê xwe ve, Parîsê daxuyaniyek belav kiriye, ku herdu serok derbarê karkirin li ser nexşeriyeke dîplomasî li Sûryê, lihev kirine.

Berî niha jî Firensa ji Tirkiyê xwestibû ku di operasyona xwe de, ya li Efrînê, xwe ji kuştina sivîlan dûr bike û ragihandibû ku pêwîste ew operasyona Enqerê ne bi mebesta dagîrkirina axa Sûryê be.