"Tirkiye dê piştgiriyê bide serxwebûna Kurdistanê"
Li gor hinek siyasetmedar û lêkolîneran di serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bo Tirkiye de, mijara serxwebûna Kurdistanê cihek girîng di danûstandinan de girtiye.
K24 – Stanbol
Li gor hinek siyasetmedar û lêkolîneran di serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bo Tirkiye de, mijara serxwebûna Kurdistanê cihek girîng di danûstandinan de girtiye.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo serdana 2 rojan hat Tirkiyê. Barzanî di serdana xwe de li gel serkirdeyên siyasî yên li Enqereyê civiyan.
Siyasetmedar û rojnamevanên li Stenbolê civînên Barzanî û helwesta Tirkiyê bo mijara serxwebûna Kurdistanê ji Kurdistan24'ê re nirxandin.
Berbijêrê berê yê HDP'ê Gunay Aslan diyar kir ku Tirkiyê ji bo serxwebûnê dê piştgiriyê bide Kurdistanê, lewma serdana birêz Barzanî serdaneke dîrokî ye.
Aslan ji K24ê re got jî: “Em dizanin ku li Kurdistanê ev demeke dirêj li ser serxwebûnê gotubêj tê kirin. Mafê gelê Başûrê Kurdistanê heye ku dewleteke serbixwe ava bikin. Mafê wan dîrokî û mirovî ye. Lê heta niha şert û mercên herêmê û cîhanê fersendeke wiha nedaye Kurdan. Li gor taxmîna min hêzên herêmî serxwebûna Kurdistanê naxwazin.”
Rojnameger Ozcan Tîkît bi bîr xist ku berî niha Erdogan li ser mijarê axivîbû bi ya min Tirkiyê bo serxwebûnê dê bêje erê.
Tîkît ji K24ê re axivî û diyar kir ku “Tirkiye her dem li pişt rêveberiya Kurdistana Iraqê ye û ev yek ji bo her du aliyan jî baş e. Ez bawer im Tirkiyê di mijara serxwebûna Kurdistanê de wê helwesteke erênî nîşan bide. Çimkî serxwebûna Kurdistanê dê bandorekî baş bide aboriya her du welatan.”
Li gor lêkolîner Îbrahîm Gurbuz dewletbûn mafê Kurdan e. Dewleta Tirk ti carî nexwestiye Kurd bibin xwedî statuyê û yekîtiya xwe ava bikin lewma jî dê serxwebûna Kurdistanê dê qebûl nekin.