Di xwepêşandanên Diyarbekirê de 3 kes bi guleyan hatin kuştin

Herî kêm 10 kes birîndarin û hejmarek kesên din jî hatine binçavkirin

K24- Diyarbekir

Di xwepêşandanên şermezarkirina qedexe û aloziyê ya li Diyarbekirê de 3 kes bi guleyan hatin kuştin.

Di xwepêşandanên îro li Diyarbekirê de pevçûn derketin. Herî kêm 10 kes birîndar bûn. Hejmara kesên ku hatine binçavkirin ne diyar e. Pevçûnên di navbera polîs û xwepêşanderan de belavî bajêr bûne û heta niha jî berdewam in.

Peyamnêrê K24 diyar kir ku, ji encama tundiyê 3 kes bi guleyan hatin kuştin

Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê  Sîbel Yigitalp, Nursel Aydogan, Ziya Pîr û rayedarên Partiya Herêman a Demokratîk DBPê bi hejmarek xelk re saet 12.00ê Diyarbekirê li ber derê Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê civiyan û xwestin ku ber bi navçeya Sûrê a ku 21 roj in pevçûn û qedexe lêye ve bimeşin û operasyonan protesto bikin. Polîsan bi tirimbêlên zirpoş û berbestan rê li girseyê girt. 

Girse li nêzîkî berbestên polîsan sekinî, Parlementera HDPê ya Diyarbekirê Nursel Aydoganê bi daxuyaniyekê got, “Bi rojan e ku xelkê li Sûrê nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî jî temîn bikin. Em gazî desthilardariyê dikin, ev pirsgirêk tenê bi rêya diyalogê çareser dibe. Demildest divê şandeyek biçe Grava Îmraliyê û bi rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, tenê Ocalan muhatabê vê pirsgirêkê ye û ew dikare çareser bike.”