Serokê Parlamentoya Îraqê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê civiyan

Hakan Fidan û Heybet Helbûsî
Hakan Fidan û Heybet Helbûsî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Îraqê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê li Enqereyê civiyan û tekez li ser pêdivîtiya xurtkirina hevahengiyên dualî di pirsên giring de kir, bi rengekî ku aramî û pêşketinê bo deverê dabîn bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan îro Sêşemê, 8ê Îlona 2026ê, li Enqereyê pêşwazî li Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî kir.

Li gorî ragihandina Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokê Parlamentoya Îraqê, di wê civînê de bi hûrgilî behsa peywendiyên dualî yên navbera Bexda û Enqereyê hatiye kirin, her wiha nîqaş li ser rêyên pêşxistina hevkariyan di warên cihêreng de jî, bi taybetî di warên aborî û ewlehiyê de hatiye kirin.

Di wê ragihandinê de hatiye diyarkirin ku her du aliyan ronahî berda ser pêşveçûnên siyasî yên dawiyê li ser asta herêmî û navneteweyî û bandorên wan li ser rewşa deverê.

Heybet Helbûsî û Hakan Fidan tekez jî kir ku hevahengiya berfireh a navbera Îraq û Tirkiyeyê di pirsên cihêreng de, dê bibe sedemeke sereke bo parastina aramiya deverê û dabînkirina berjewendiyên bilind ên her du gelên dost.