Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşên li ser Erebistana Siûdî şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew êrîş şermezar kirin ên ku li ser çend bajar û navendên aborî yên Erebistana Siûdî hatine kirin û di encamê de hejmareke welatiyên sivîl birîndar bûn.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Sêşemê, 8ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de ragihand ku ew wan êrîşên ku bajar û navendên aborî yên Erebistana Siûdî kirine armanc şermezar dikin, ku di encama wan de hejmareke welatiyên sivîl, bi taybetî jin û zarok birîndar bûne.
Di wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî û hevdengiya xwe ya temam bo Erebistana Siûdî û gelê wê nîşan dide û tekez li ser redkirina tund û bêmerc a êrîşên li ser xelkê sivîl û dezgehên sivîl dike. amaje bi wê yekê jî hat kirin ku her karekî jiyana kesên bêtawan bixe xeterê, li gel nirxên mirovî nagunce.
Li gorî wê ragihandinê, "aştî û diyalog" tenê rêya guncayî ne ji bo çareserkirina krîz û nakokiyan. Her wiha hişyarî jî hatiye dan ku berdewambûna tundûtûjiyê û alozbûna rewşê tenê dibe sedema zêdekirina nearamiyê di deverê de, ku ev jî bandoreke nerênî li ser ewlehiya gelan dike.
Ev jî di demekê de ye ku Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî belav kiribû ku sibeha îro Hûsiyan çend sazî û navendên enerjiyê li devera başûrê welatê wan kirine armanc.
Wê wezaretê dabû zanîn jî ku ji ber wan êrîşan agir berbûye gelek cihan û ev jî bûye sedema rawestandina demkî ya karan di hejmareke sazî û navendên enerjiyê de. Her wiha tekez jî kiribû ku mafê şer'î yê Erebistana Siûdî heye ku her rêkareke pêdivî bo parastina serwerî, sermaye, jêrxane û şêniyên xwe bi cih bîne.