Bedredîn: Opozisyona li Cenêvê li dijî armancên şoreşê ye
Hejmarek şîrovekar û siyastetmedarên Rojavayê kurdistanê civîneke siyasî li Hewlêrê birêve birin, tê de têbînî û erêniyên şoreşa 5 salan a Sûriyê ragihandin.
K24 – Hewlêr
Hejmarek şîrovekar û siyastetmedarên Rojavayê kurdistanê civîneke siyasî li Hewlêrê birêve birin, tê de têbînî û erêniyên şoreşa 5 salan a Sûriyê ragihandin.
Civîn ji aliyê sê kesên siyastemedar û şîrovekar ve hat lidar xistin û bi giştî behsa pêşhatinên li sûriyê û federalîzma ku li Rojava û Bakurê Sûriyê hatiye ragihandin de, hat kirin.
Siyasetmedarê Kurd Selah Bedredîn derbarê ji K24ê re got: “Ev pênç salan derbasbûyî, gelê Sûriyê gelek ezûmên baş wergirtin û pirsa niştimanperweriyê kûr bûn, li Qamişlo û Deraa sores bi yek dengî bû, lê niha opozisyona Sûriyê ya li Cenêvê li dijî armancên şoreşê ne, ew nûnertiya şoreşê nakin.”
Di heman civînê de pirs û lêkolîn hat kirin û li gor hin xort û çalekvanan jî, dê ew her li ser riya şoreşê berdewam bin û hêviyên serkeftinê jî qut nakin.
Hin şîrovekar jî derbarê rola Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) de, di wê baweriyê de ne, ku ti cudahîya di navbera Meclîsa Damêzrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê û Rêveberiya Xweser de tune ye.