Rêber Ehmed: Ti behaneyek ji bo êrişên ser Herêma Kurdistanê nîne û DAIŞ bidawî nebûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser çendîn pirsên girîng ên peywendîdar bi aramiya herêmê, gefên DAIŞê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û helwesta Herêmê li hember kabîneya nû ya hikûmeta federal.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 20ê Cotmehê, di daxuyaniya da zanîn, ev demeke dirêj e bi rêya dron û mûşekan êriş li ser Herêma Kurdistanê tên kirin û got: "Bêguman behaneyên cuda dihatin anîn, lê Herêma Kurdistanê her tim stargeh û devereke aram bûye ji bo her kesê ku pêwîstiya wî bi parastinê hebe. Helwesta me zelal e; em nabin parçeyek ji nakokiyên navçeyê û em hêvîdar in hemû alî rêzê li vê helwestê bigirin, ji ber ku ti hincetek ji bo armancgirtina Herêmê tune ye."

Derbarê metirsiya rêxistina terorîst a DAIŞê de, Wezîrê Navxwe aşkere kir ku zanyariyên îstixbaratî liv û tevgereke berdewam a DAIŞê li navçeyê piştrast dikin: "Yên ku dibêjin DAIŞ bi dawî bûye şaş in. Rojane çalakiyên wan hene û dibin sedema qurbaniyan. Li hemberî vê yekê jî, hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna wan de berdewam in."

Herwiha derbarê valahiyên ewlehiyê de tekez kir ku tevî ku di salên borî de bi hevahengiya ligel Bexdayê du lîwayên hevbeş hatine avakirin, lê ev hejmar têrê nake û pêwîst e ji bo parastina navçeyên bi nakok lîwayên din ên hevbeş jî bên avakirin.

Rêber Ehmed amaje bi berdewamiya civînên navbera Hewlêr û Bexdayê yên di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de kir û got: "Bi taybetî piştî vekişîna Hêzên Hevpeymanan, pêdiviyeke mezin heye ku hêzên Herêmê û yên federal hevahengiya xwe di warê guhertina zanyariyan, operasyonên hevbeş û dariştina stratejiyan de zêdetir bikin. Çavkanî û pîvana me hemûyan jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan destûra daîmî ya Iraqê ye."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Wezîrê Navxwe piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta nû ya fîderal a bi serokatiya Elî Zêydî tekez kir û ragihand: "Helwesta me li Herêma Kurdistanê piştgirîkirina vê kabîneyê ye da ku karnameya wê biser bikeve; ji ber ku serkeftina wê tê wateya Iraqeke aramtir û seqamgîrtir. Em ê bi Wezîrê nû yê Navxwe yê Iraqê re jî di pêwendiyê de bin û hevahengiya me ya ewlehiyê dê berdewam bike."