Karkerên penaber di cejna xwe de jî kar dikin

Di 1 Gulanê de “Roja Cîhanî ya Karkaran” karkerên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dimînin, ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê bo malbetên xwe neçar dibin berê xwe bidin kar.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6d276667-1e56-4169-8d5d-7bb298674687/Roja%20Cihani%20ya%20kedkaran.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Di 1 Gulanê de “Roja Cîhanî ya Karkaran” karkerên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dimînin, ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê bo malbetên xwe neçar dibin berê xwe bidin kar.

Li pêşesaziya Başûr ya Hewlêra Paytext gelek karkarên Rojavayê Kurdistanê tê de karên cûrbicûr di warê çêkirina Otombêlan dikin. Nîhad Remedan karkarekî ji Rojavayê Kurdisntanê ye û bê terxankirina demjimêran, ew bi erkê xwe radibe û ti cûdahiyê vê rojê “Cejna Karkeran” ji rojên din yên asayî nabîne.

ji aliyekî din ve ji ber nebûna kar, yan jî jidestdana kar  Karkarên Rojavayê Kurdistanê neçar dibin ji karê xwe dûr nekevin, wek ku ew dibêjin, da ku karibin pêdiviyên malên xwe dabîn bikin.

Li gor yaseya cîhanî ku di sala 1886an de li bajarê Chîcago yê Amerîkayê, roja 1ê Gulanê wek rojeke cîhanî ji bo karkeran hat ragihandin, ku tê de karkaran daxweza dabeşkirina rojê li ser  3ê demên cûda ji kesên desthilat kirin, ew dem jî 8 demjimêr ji kar re, 8 demjimêr ji bihinvedanê re û 8 demjimêr jî ji raketinê re.