Yekîtiya xwendekaran û pirsgirêkên xwendinê
Bi hatina sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê, xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên ku niha li Başûr dimînin, bi her awayî bizav dikin ku, derfeta xwendinê bi dest bixin, lê ji ber tênegihiştina mercên daxwaz ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind, gelek caran xwendekar rastî pirsgirêkan tên, yan jî ji xwendina zanîngehê bêpar dimînin.
K24 – Hewlêr

Ji ber vê yekê jî beşê Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokratî Kurdistana Rojava (YXCDK)ya li Herêma kurdistanê, barê xwendekaran çe kiriye ser milên xwe, da ku hêsankariyekê ji xwendekarên Rojavayê Kurdistanê bike.
Li gor Berpirsê Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokratî Kurdistana Rojava, li Herêma Kurdistanê Ehmed Emîn, ku îsal nêzîkî 900 xwendekarî navê xwe li Wezareta Xwendina Bilind tomar kirine, lê dibe ku nêzîkî 250 heya 300 xwendevanî bên pejrandin.
Li gor heman berprisî jî, Rêxistina Sipark ya Holendî jî dê alîkariyên madî pêşkêşî xwendevanan bike û dê ew û heman rêxistinê jî her dem hemanhengiyê bikin ji bo alîkariya xwendevanan.