Li Wanê hefteyeke leystîkên şanoya Kurdî tên leyistin
Li Wanê Dika Şanoyê ya Mencel bi leystika Mala Barnarda Alba ku ji bo Kurdî hatiye wergerandin destpêkir.
K24 – Wan
Li Wanê Dika Şanoyê ya Mencel bi leystika Mala Barnarda Alba ku ji bo Kurdî hatiye wergerandin dest pê kir. Merasîma vekirina Şanoya Mencelê bi beşdariya parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê Lezgîn Botan û rêvebirên sazî û partiYên siyasî jî hat kirin. Leystikvan û beşdaran ragihandin ku huner çanda civakibûyînê geş dike.
Li Wanê, hunermend û şanogerên ku bi biryarnameyên rewşa awarte saziyên wan hatine girtin, wek dika şanoya alternatîf, şanoya Mencel vekirin. Di leystika yekem a şanoyê de, siyasetmedar jî di navde, jin û ciwanan eleqederî nişandan.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan jî beşdarî merasîma vekirinêbû û leystika bi navê 'Mala Bernarda Alba' ku leystika Lorca'yê biyaniye û ji bo Kurdî hatiye wergerandin temaşekir. Botan anî ziman ku piştî danîna qayûman li ser şaredariyan, çalaki û xwebatên çanda Kurdî hatibûn rawestandin, lê civak bi hewldanên wiha jixwere rêya hilberîna hunerê û çandê xwe çê dike.
Lezgîn Botan ji K24ê re got: "divê em bikaribin çanda xwe biparêzin. Ger ku çand û ziman bibe mijara hunerê û bi hunerê xurtbû sitareyekî çêdibe û ew sitare jî çand û ziman li hember pişaftin û dagirkeriyê diparêze. Dema kuz iman bê parastin, tu dikarî ciwanan jî, dayikan jî û civakê jî biparêzî."
Leystika vekirinê Mala Bernarda Alba jî, ji aliyê temaşevanan ve bi serkeftî hat dîtin û pîroz kirin.
Îlayda Şengul ku di leystikê de rola Bernarda Alba dileyîze û ev 5 sale şanogerî dike jî ji bo Kurdistan24 ragihand ku ew peyamên xwe yên civakî bi şanoyê didin û balê dikşîne ku ji bo konsantreyi rola xwe bibe 4 meh li ser rola xwe xebitiye.
Şanoger Îlayda Şengul ji K24ê re got: "Bernarda xwedî hişmendiya mêrperestiye û ew hişmendî jî li hemû qadên jiyanê heye. Bi Bernarda xuya dibe ku çewa ew çanda mêrperest xwe di jiyana jinande bicîh û rêxistin kiriye."
Piştî vê leystikê, dê leystikên bi navê 'Dawiya Dawî, Wê Hesav Neyê Dayîn û Ensturmantelekî' heta 10'ê Berfembarê bên lieysitin û pêşkêşkirin.