Li Wanê daxwazî ji bo zimanê Kurdî çê bûye
Li Wanê jî Komeleya DÎSA-DER ku 2 meh in hatiye damerandin 2 hefte ne jî dest bi perwerdehiya Kurdî kiriye.
K24 – Wan
Piştî hewldana kutedaya 15’ê Tirmehê li Tirkiyê, sazî û komeleyên ku perwerdehiya Kurdî dikirin, hatibûn girtin û di 3 salên dawî de xebatên li ser Kurdî jî gelek lewaz bûbûn. Lê komele û saziyên ji bo bipêş xistin û perwerdehiya Kurdî, ji nû ve vedibin û dest bi xebatan dikin. Li Wanê jî Komeleya DÎSA-DER ku 2 meh in hatiye damerandin 2 hefte ne jî dest bi perwerdehiya Kurdî kiriye. Rêvebirên DÎSA-Derê radigihînin ku Îngilîzî û Farisî jî di nav perwerdeyê de hebûye, lê daxwazî bo Kurdî tenê çê bûye.
Xebatên perwerdehiya Kurdî li Wanê, bi DÎSA-DER’ê re ji nû ve destpê kir. Rêvebirên komeleyê, bang û daxwazî ji welatiyan dikin ku beşdarî di xebat û çalakiyên perwerdehî û bipêşxistina zimanê Kurdî bikin.
Hevseroka Komeleya DÎSA-DER’ê Evîn Adîn radigihîne ku wan, ji bo perwerdehiya zimanên Kurdî, Farisî û Îngilîzî xebat dane destpê kirin, lê ji sedî 90 zêdetir daxwazî ji bo Kurdî buye, loma jî ew niha perwerdehiya Kurdî, asta destpêkê ji bo zarokan, astên din jî ji bo welatiyan tevahî didin.
Hevseroka Komeleya DÎSA-DERê Evîn Adîn ji K24ê re wiha axivî: “Ev 2 sal bû ku li vê heremê perwerdehiya zimanê Kurdî nedihat dayîn, lê daxwaziya gel ji bo zimanê Kurdî heye. Îro em dizanin ku li vir Kurd hene û zimanê Kurdî tê axaftin û dixwazin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Me jî ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî asta destpêkê, asta yekem, duyem, sêyem û asta mamosteyî de polan vekiriye.”
Mamoste û xwendekar jî xebatên Kurdî girîng dinirxînin û balê dikşînin ku rêya pêşîlegirtina pişaftinê, xwedîlêderketin û perwerdehiya ziman e.
Mamosteyê waneyên Kurdî Siddik Eraslan dibêje: “Zextên giran li ser zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê heye. Zimanê Kurdî bê perwerde hatiye hiştin, ev rewşa ziman kiriye asteke xeteriyê. Ev qurs watedarin, çima watedarin, ji berk u ji van qursan bêtir, tu derfet û rê nehiştine ku em zimanê xwe fêrbibin û fêr bikin.”
Fêrxwazê zimanê Kurdî Yaşar Merhem: “Di rastî de, pişaftin li ser me bandor kiriye, lê dîsa jî dereng nîne, heger ku hişyarî ^xwestin hebe, em dikarin, zimanê xwe fêrbibibin û pêşî li pişaftinê bigrin.”
Fêrxwaza zimanê Kurdî Nursel Merhem: “Zimanê Kurdî jixwe zimanê me yê dayîkê ye, lê kêmasiyên me hene, bi saya vê dere em dixwazin tbipêş bixin, tiştekî gelek baş e.”
Heskiriyên Kurdî balê dikşînin ku pergaleke bihêz ji bo pişaftina Kurdî heye, lê di hemû qadên civakî de bi xwedîlêderketinê jî Kurd dikarin, xwedî li zimanê derkevin.