Rola Rûsyayê di avakirina herêma aram de

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê navçeya aram de piştevanî da Tirkiyê û ragihand, ku Tirkiye di xwestekên xwe de mafdar e.

K24- Enqere

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê navçeya aram de piştevanî da Tirkiyê û ragihand, ku Tirkiye di xwestekên xwe de mafdar e. Ligel ku Rûsya her hişyariyê dide welatan, ku divê rêz li yekrêziya xaka Sûriyê were girtin, piştevaniya wê ya bo Tirkiyê, tê çi wateye û rola Rûsyayê di damezrandina navçeya aram de çiye? Pispor radighînin, ku Rûsya di warê navçeya aram de dudil e, ji aliyek ve jî dibêjin, Rûsya nêta Tirkiyeyê dizan e, ku li Sûriyê mayinde nabe û ji bo vê yekê, piştevaniyê dide.

Karvedanên li Sûriyeyê ser damezrandina navçeya aram didomin. Ligel ku di navbera Tirkiye û Emerîkayê de geren hevbeş yên esmanî û bejahî didomin hêj bi awayekî zelal sînorên navçeya aram nehatine diyarkirin. Rûsyaya ku piştevaniya rejîma Sûriyeyê dike jî her gav tîne ziman û hişyariyê dide ku divê rêz li yekrêziya xaka Sûriyeyê were girtin û gor vê yekê gav werin avêtin. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî derbarê navçeya aram de ragihand ku Tirkiye mafdar e û ji ber Emerîkayê terorîst derbasî nav xaka Tirkiyeyê dibin.

Serokê Kafkasamê Hasan Oktay amaje dike her çiqas Rûsya di lûtkeya sêalî ya ku li Enqereyê hate lidarxistin de erênî axivî jî be di warê navçeya aram de dudilî ye.

Hasan Oktay (serokê Kafkasamê) got: "Bivê nevê dê Rûsya egereke rêkeftin an jî stratejiyeke ser navçeya aram ya di navbera Tirkiye û Emerîkayê de bi guman bişopîne. Ev yek jî dibe metirsiyekê bi Rûsyayê re çêbikê ku înisîyatîf ji destê wê tê derxistin. Her du welat jî dixwazin Tirkiye bikşînin aliyên xwe yan jî li qadê hevsengiyekê ava bikin. Rûsya dê hewl bide xwesteka Tirkiye ya ser navçeya aram fahm bike gêr çênebe jî dê asteng bike. Di rewşeke wisa de jî divê Tirkiye her du welatan qaneh bike"

Ji aliyekî din ve Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beriya niha ragihandibû bernameya ser navçeya aram bênavber didome û hem ji bo ewlehiya Tirkiye û vehewandina penaberên Sûriyeyê divê demildest were damezrandin. Derbarê piştevaniya Rûsya ya bo Tirkiyeyê de Pispor Mîthat Işik jî rave dike Rûsya nêta Tirkiyeyê dizane ku tenê bo ewlehiya xwe vê hewldanê dide.

Mîthat Işik (pispor) dibêje: "Tirkiye hem bo hêzên terorî ji Sûriyeyê derbasî xaka wê nebin û hem jî bo li Sûriyeyê vehewandina penaberan hewl dide bo devereke aram damezrîne. Tirkiye ji destpekê ve yekrêziya xaka Sûriyeyê diparêze. Dema ku li Sûriyeyê aramî û desthilatiyek çêbû dê Tirkiye vê deverê radestî xwediyê wê bike. Nêta Tirkiyeyê tune ye ku li Sûriyeyê mayînde bibe. Bawerim bi vê bibiryariya Tirkiye û Rûsyayê re ger Tirkiye operasyoneke bibe ser Çemê Feratê dê Emerîka jî bertekek tund nîşanî Tirkiyeyê nede."

Herwiha heta niha di navbera Tirkiye û Emerîkayê de 7 gerên esmanî yên hevbeş û du geren bejahî yên hevbeş pêk hatin. Di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yakbûyî de jî Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Velîd Muallîm Tirkiye û Emerîkayê wek dagirkerê xaka wan binavkiribû hişyarî dabû ku divê demildest leşkerên Tirkiye û Emerîkayê yên ku Sûriyeyê hatine cibicîhkirin paşve vekişin. Muallîm gotibû ger paşve venekişin li gor yaseyên navneteweyî mafên Sûriyeyê heye ku midaxeleyî van hêzan bike