Li Rihayê 83 mal hatin kerentînekirin
Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên parastina ji Covid-19 de, li 11 navçeyan 83 mal hatin kerentînekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên parastina ji Covid-19 de, li 11 navçeyan 83 mal hatin kerentînekirin.
Encama pişkinîna hin welatiyên ku li navenda bajêr û 11 navçeyan pozîtîf derket. Ji ber vê rewşê Parêzgeriya Rihayê daxuyand ku Lijneya Tenduristiya Bajêr di çarçoveya tedbîrên li hemberî Koronayê de biryarên nû girtin.
Li gorî biryarên nû li navçeya Xelîliyê 19, li Wêranşarê 16, li Eyûbiyeyê 13, li Karakoprûyê 12, li Serêkaniyê 5, li Heranê 5, li Siwêregê 4, li Pirsûsê 3 û li Hîlwanê 2 mal hatine kerentînekirin.
Her wiha li bajêr, kerentînekirina 36 malan jî bidawî hat.