Ozgur Ozel şertên partiya xwe bo hilbijartinên pêşwext li Tirkiyeyê ragihandin

Ozgur Ozel
Ozgur Ozel

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Nû ya Tirkiyeyê helwesta partiya xwe li ser pirsa hilbijartinên pêşwext li Tirkiyeyê ragihand û tekez kir ku bi ti rengekî pêşxistina dema hilbijartinan bo tenê mehekê an hefteyekê wekî hilbijartinên pêşwext qebûl nakin.

Serokê Partiya Nû ya Tirkiyeyê Ozgur Ozel îro Duşem, 19ê Cotmeha 2026ê, ragihand: "Helwesta me tam ron e; eger tenê mehekê an hefteyekê dema hilbijartinan pêş bixin, em qebûl nakin.”

Ozgur Ozel herwesa got: “Çima em dibêjin hilbijartinên pêşwext? Dema ku welatî hilbijartinan bixwazin, sebr û hedara wan nemabe û desthilatê jî şiyanên birêvebirinê nemabin, wê demê hilbijartinên pêşwext tên kirin."

Navbirî amaje bi rewşa aborî û qeyranan jî da û got: "Eger bibêjin ku di pirsa sindoqên darayî û borsê de em rûbirûyî şermezarî û aloziyan bûne, birçîbûn û hejariyê bi ser xelkî de girtiye, werin piştî 60 rojan an di meha Adarê de em hilbijartinan bikin, wê demê em dê piştgiriyê bikin."

Serokê Partiya Nû tekez jî kir ku eger hilbijartin tenê hefteyekê berî dema xwe ya asayî bên kirin, ew vê yekê qebûl nakin û wekî hilbijartinên pêşwext jî nahejmêrin.