Dadgehê bi bihaneya “jinavbirina belgeyan” Demirtaş û Yuksekdag azad nekirin
Parêzerê Demîrtaş û parlemanter jî dibêjin ev yek nîşaneya binpêkirina hiqûqê ye.
K24 – Enqere
Dosyeya hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş careke din hat gotûbêjkirin û bi hinceta “jinavbirina belgeyan û “gumana tawanê mezin” biryar hat dayîn ku neyên azadkirin. Herwiha parêzerên herdu hevserokan jî nehatine agahdar kirin. Parêzerê Demîrtaş û parlemanter jî dibêjin ev yek nîşaneya binpêkirina hiqûqê ye.
Dadgeha Silh û Ceza ya Enqerê 27ê Tîrmehê dosyeya hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş a derbarê lêpirsîna çalakiyên Kobanî di 6-8ê Cotmeha 2014an de ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Enqerê ve ku 20ê Îlona 2019ê destpê kiribû carek din gotûbêj kir. Lêpirsîn bi hinceta “jinavbirina belgeyan” û “gumana tawanê mezin” biryar hat dayîn herdu hevserok neyên azadkirin, loma biryara zîndanîkirina wan hat dirêjkirin.
Parêzerê Demîrtaş Mesût Ozer jî amaje dike; li gor Dadgeha Cizayê hewceye 30 rojan carekê dadger gumanbar ango girtî û parêzer guhdar bike û wisa biryarekê bide. Ozer dibêje ev nêzî 10 meh in ku Demîrtaş dadger nedîtine û ji ber vê yekê jî ev biryarek şaş e.
Parêzerê Demîrtaş, Mesût Ozer ji K24ê re got: “Tirkiye wek ku aliye peymana Mafê Mirovan e, xala 5an fikra ya 4an dibêje; însanek bê girtin, heqî wî/wê heye ku biçe hemberî hakim ku hakim jî wî bibine û ew jî hakim bibine. 8emîn Dadgeha Silh ya Enqereyê ya ku berdewamiya girtina birêz Demîrtaş û birêz Yuksekdag daye, ne Demîrtaş û Yuksekdag dîtiye û wek parêzer em jî nedîtin. Bêyî ku em bibînin li ser dosyayê devam kirin. Yanê birastî ev biryara hatiye dayîn xelet e, birêz Demîrtaş wekî ku raya giştî jî dizane 4ê Mijdara 2016an ve hatiye girtin, her wextî jî xwe wek rehîneyê siyasî dibîne. Mixabin hikumeta Ak Partî jî niha li gorî qanûnên xwe tevnagere.”
Demirtaş û Yuksekdag roja 4ê Mijdara 2016ê bi çendîn tohmetên cuda hatin girtin û zêdeyî 3 sal û nîv e di zîndanê de ne. Herwiha Selahadîn Demîrtaş heya niha 39 caran hatiye dadgehkirin û tevî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiye biryara azadkirina Demîrtaş dane jî Demîrtaş hêj nehatiye azadkirin.
Parlamenterê HDPê yê Dîlokê Mahmûd Togrul dibêje: “AKP û hevkarê wê MHP bi zordestiya ser muxalifan dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin. Ev biryar jî nîşaneya vê ye. Êdî li Tirkiye hiqûq nemaye. Birêz Demîrtaş, Yuksekdag û Osman Kavala ku kesayatên ji bo demokrasiyê dixebitin, bi awayekî deryaseyî hatine girtin. Li tu welatê cîhanê minakek tüneye ku kesek ji heman dosyayê du caran bê girtin. Li Tirkiye mînaka vê birêz Demîrtaş e. Ev yek nayê qebûl kirin. “
19 Hezîrana îsal Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê biryara xwe ya derbarê serlêdana parêzerên Demirtaş de aşkere kiribu, ku zindanîkirina Demirtaş dema yasayî ya diyarkirî derbas kiriye û ji ber wê yekê biryar da ku Wezareta Dadê ji ber binpêkariya di derheqê wî de, 50 hezar Lîreyê Tirkî ku dike nêzîkî 7 hezar û 300 dolarî wek tezmînat bide Demirtaş.