Bijîşkên Qamişlo: Qedexeya giştî, qerebalixî li nexweşxaneyan çêkiriye

Bi sedema qedexeya çûnûhatinê, gelek qerbalix li ber dergehê nexweşxaneyan çêdibe.

 

Qamişlo (K24) – Bi sedema qedexeya giştî ya çûnûhatinê, gelek qerbalix li ber dergehê nexweşxaneyan çêdibe. Tevî ku tedbîrên parastinê tên girtin, lê her qerbalix berdewam e û bijîşk jî gazinan dikin.

Qedexeya giştî ya çûnûhatinê li bajarên Qamişlo, Heseke, Tebqa û Reqayê berdewam e û hemû bazar û navend hatine girtin, ji di nava wan de jî norîngehên bijîşkan. Ji ber wê yekê jî, xelk berê xwe didin nexweşxaneyan û qerebalixiyeke mezin çêdibe. Bijîşk didin zanîn ku ew neçar in li nexweşxaneyan rewşa nexweşên bişopînin. Herwiha dibêjin, biryara girtina norîngehên wan şaş e, ji ber ku hemû nexweş li heman nexweşxaneyan kom dibin.

Dr. Mihemed Elî Husên ji K24ê re got: “Em dibînin ku girtina norîngehên taybet ên bijîşkan ne di cihê xwe de ye. Gelek nexweşên me hene û gelek kesên ku neştergerî kirine hene. Di vê rewşê de gelek nexweşên cuda kom dibin û ev jî pirsgirêkê ji me re çêdike. Girtina norîngehan, qerebalixiyê li nexweşxaneyan çêdike. Heger norîngeh vekirî bin, nexweş dê biçin cem diktorên xwe.”

Nêzîkî 10 nexweşxaneyan li bajarê Qamişlo hene, 4 ji wan li çarkoşeya ewlehiyê ne û gelek kes sardana wan nake. Nexweşxaneyên din jî tevî ku rênimayên xweparastinê digirin, lê qerebalixî zêde lê çêdibin