Rêxistina Bedrê zanyarên nû li ser berbijarê Çarçoveya Hevahengiyê eşkere dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêxistina Bedrê eşkere kir ku Çarçoveya Hevahengiyê hêj negehiştiye lihevkirina dawiyê li ser diyarkirina berbijarê posta serokwezîrtiya Iraqê û ragihandina navê wî ji bo hefteya bê hat paşxistin, ew jî ji ber nebûna yekdengiyê di navbera hêzên sereke yên wê çarçoveyê.
Parlamenterê Iraqê yê ji Rêxistina Bedrê Ebû Turab Temîmî îro (Sêşem, 21ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê ragihand: "Civînên serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê ku ji duhî ve hatine destpêkirin îro û sibe jî berdewam dibin, lê heta niha hêzên mezin li ser mijara berbijarê serokwezîr negehiştine lihevkirina dawiyê û sibe navê wî nayê ragihandin."
Temîmî amaje bi wê yekê jî kir ku hevrikiyeke xurt di navbera berbijaran de heye û rewş bi rengekî ye ku di her kêliyê de îhtîmala guhartinan heye. Herwesa got: "Ji ber ku duhî yekdengiyeke temam li ser tu navekî çê nebû, dibe ku ragihandina berbijarê dawiyê ji bo hefteya bê bê paşxistin."
Di navxweya Çarçoveya Hevahengiyê de ku ji 12 serkirdeyan pêk tê, pênc hêzên sereke rola yekalîker dilîzin; ew jî Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê (46 kursî), Dewleta Qanûnê (29 kursî), Esaîb Ehlî Heq (27 kursî), Hevpeymaniya Hêzên Neteweyî (18 kursî) û Rêxistina Bedrê (18 kursî) ne.
Ji aliyekî din ve jî, Endamê Hevpeymaniya Fetihê Hisên Hebîb jî ji bo Kurdistan24ê tekez kir ku Mihemed Şiya Sûdanî hêj yekane berbijarê wan ê fermî ye û tu guhartinek di helwesta wan de çê nebûye, herwesa amaje bi wê yekê kiriye ku piştgiriya xwe ji bo ti berrbijarekî din diyar nekiriye.
Ev pêşveçûn di demekê de ne ku ajansa Reutersê belav kiribû ku piraniya aliyên Çarçoveya Hevahengiyê dengê xwe daye berbijarbûna Serokê Desteya Lêpirsîn û Dadperweriyê Basim Bedrî. Tevî ku Dewleta Qanûnê û Rêxistina Bedrê ev zanyar ji bo Kurdistan24 piştrast kirine jî, lê Çarçoveya Hevahengiyê biryar da ku ragihandina wî navî paş bixe. Ev jî piştî ku çend serkirdeyan daxwaza dema zêdetir kir, daku bigihîjin lihevkirineke baştir.