Hunermendekî kurd peyama gelê xwe bi semayê digihîne cîhanê

Serhad Qural bi rêya dansa nûjen, kultur û kesayetên girîng ên miletê xwe bi cîhanê dide nasîn.

Stenbol (K24) – Hunermendê gênc ê kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Serhad Qural li gund di zaroktiya xwe de meyla xwe dide ser govend û stranên Kurdî û niha welat bi welat digere bi rêya dansa nûjen kultur û kesayetên girîng ên miletê xwe bi cîhanê dide nasîn.

Bi hunera dans û muzîkê carna li ser erdnîgeriya Kurdistanê carna li Ewropa û Amerîkayê kultira xwe ya Kurdan bi cîhanê dide nasîn. Serhad Qural ku ji Tetwanê ye li gund di zaroktiya xwe de bala xwe dide ser govend û muzîka Kurdan. Ev meyla wî ya zaroktiyê dê bibe nîşaneyek hunerî bo dahatûya Serhad.

Hunermend Serhad Qural ji K24ê re got: “Wexta ez biçûk bûm, bala min li ser dansê gelek hebû. Di dawetan de dema min koma govendan seyr dikir, ez gelek pê hêz dibûm.”

Hunermendê Kurd di festîvalên mezin ên navdewletî de bi xwepêşandana hunera xwe dîrok û kultira miletê xwe jî radixe ber çavan.

Serhad Qural dibêje: “Kesek em bêjin mîsal Kurd be, Îranî be, Tirk be yan jî ji miletekî din be ku bixwazin hestên xwe bi hestên miletê xwe ve girê bide, bi nasnameya xwe û bi motîfên xaka xwe ve girê bide ev dans dibe yê wan. Yê min jî misal hestên xwe bi çanda xwe ve girê didim ev dans dibe perçeyek ji miletê min.”

Bîranîn û xîretên dema zaroktiyê ji Serhad re dibe hêviyek mezin a pêşerojê.

Serhad Qural diyar dike: “Hemû fikr û tiştên ez dixwazim bi hunerê pêk bînim, tev girêdayî zarokatiya min e. Bi demên berê ve girê didim. Ji ber vê çiqas mijarek kevn an nûjen bibe jî tê da bîranîn û hestên min ên zaroktiyê hene. Carna li ser sehnê bi dansa nûjen rola kesayetek berê yan jî jiyana Leyla Bedirxan hewl didim nîşan didim.”

Li nav Kurdan dema behsa hunera sema yan jî dansê tê kirin yekser Leyla Bedirxan a yekem hunermenda dansa nûjen a jina Kurd tê bîra mirovan. Leyla ya ku wek prensesa Kurdan jî tê zanîn, bi hunera xwe gelek deng vedaye bo gelek Kurdan jî bûye hunermendek pêşeng. Hunermendên wek Serhad jî di rêya hunera prensesa Kurdan de karê hunerê berdewam dikin.