Li Tirkiyê guhartin di kabîneya wezîran de çêbû
Li Tirkiyeyê bi biryara Serokomarê wî welatî Recep Teyyip Erdogan, di kabîneya wezîran da revîzyonekê qismî çêbû.

Enqere (K24) - Li Tirkiyeyê bi biryara Serokomarê wî welatî Recep Teyyip Erdogan, di kabîneya wezîran da revîzyonekê qismî çêbû.
Pêşî bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan binyada Civata Wezîran guherî û Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ji hev cihê bûn û bûn du wezaret.
Bi vî awayî bi navê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî hatin ava kirin û di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hate weşandin.
3 Wezîrên nû hatin erkdarkirin
Her wiha bi biryara Erdogan, Ji bo Wezîrtiya Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik, ji bo Wezîrtiya Xebat û Xizmetên Civakî Vedat Bîlgin, ji bo Wezîrtiya Bazirganiyê Mehmet Muş hatin erkdarkirin.
Bi guhertina kabîneyê, Wezîra Bazirganîyê Ruhsar Pekcan û Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk ji postên xwe hatin dûrxistin.
Bi revîzyona di kabîneyê de hejmara wezaretên li Tirkiyeyê ji 16an bû 17.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ev demeke dirêj di kabîneya Serokkomarîya Tirkiyeyê de revîzyonekê berfireh dihat çaverêkirin, lê ev bû guhertineke qismî.