Li ber gola Wanê saziyên xizmetên geştiyariyê zêde dibin

Karsaz û saziyên Wanê, ji bo geştiyar li Wanê betlane û geşta xwe bikin, ramedan û saziyên geştiyarî zêde dikin.

Wan (K24) - Karsaz û saziyên Wanê, ji bo geştiyar li Wanê betlane û geşta xwe bikin, ramedan û saziyên geştiyarî zêde dikin. Piştî ku çend plaj li ber behra Wanê hatibûn vekirin, niha saziyên aquapark û ciyên nû yên geştiyarî jî zêde dibin.

Mezintirîn gola Kurdistanê, behra Wanê bi ramedanên nû, ji bo geştiyarî tên guncinandin. Ev Aquapark jî nû hatiye çêkirin ku ji bo mêvanan bi hêjayî pêşwazî bikin. Saziya ku li ber behra Wanê hatiye vekirin, bi hewzên ji bo zarok û gihiştiya, şemitokên avê, resturant, kafeterya û otêl jî li gel hev û di nav de ne.

Rêveberê Saziyê Ercan Yilmazer, radigihîne ku Wan havîngeheke xweş e û ew jî dixwazin, welatî betlane û geşta xwe li bajarê wan bikin, loma jî ramedan û xizmetên xwe zêde dikin da ku getiyaran bi baştirîn pêzşwazî bikin.

Ercan Yilmazer ji K24ê re diyar kir: “Me ciyekî wiha vekir ku welatiyên me bila dema xwe baş derbas bikin û me ramedaneke baş li vir kir. Em hez dikin ku hemû weatiyên me betlana xwe li vir derbas bikin. Înşelah dê baş jî bibe. Me vê projeyê amade kir da ku welatiyên me yên Wanê jî necin ciyên din û li mala xwe betlana xwe bikin. Ev 2 sal e me vekiriye û di pandemiyê de, me hindek zehmetiyan jî kişand. Lê dîsa jî hêja ye, em hewla ku xizmetên baş li bajarên xwe bikin didin.”

Welatiyên ku vê saziya nû dizanin jî tînin ziman ku ciyekî gelek xweş e û ew jî her carê bi hevalên xwe re tên û dema xwe li vri derbas dikin.

Welatiyê bi navê Orhan Arvas destnîşan kir: “Saziyeke wiha ji bo welatiyên Wanê û kesên ku bên pêketî ye. Ji bo çalaki û bizavên cuda guncav e û mirov dikare bi malbatî, li vir dema xwe derbas bike. Hem ciyekî paqij e, hem jî her pêwistî lê amade ne.”

Herwiha Yusuf Oruk jî dibêje : “Sala borî, dema ku ev sazî hatibû vekirin, min vê derê nas kir. Ciyekî gelek xweş e. Îro jî min ji hevalên xwe re peznê vê derê da û em 5 heval hatin. Yanî ciyekî xweş nebûya em jî nedihatin.”

Ercan û şirîkên xwe radigihînin ku ji ber niha hatin-çûyîna îraniyan kêm e û şertên pandemiyê hene, zêde mişterî nebin jî ew bi projeya xwe bawerin û dê hem ew, hem jî mişteriyên wan ji vê saziyê sûdê bibîbin.