Navendên vaksînkirinê li Diyarbekirê tên zêdekirin
Li Diyarbekirê li cihên qelebalix jî binkeyên tenduristiyê hatin danîn û welatî dikarin bê qewl vaksînê werbigrin.

Diyarbekir (K24) – Li Bakur û Tirkiyeyê ji bo ku zêdetir welatî bên vaksînkirin xebat tên berfirehkirin. Li Diyarbekirê li cihên qelebalix jî binkeyên tenduristiyê hatin danîn û welatî dikarin bê qewl vaksînê werbigrin. Rayedarên rêxistinên tenduristiyê dibêjin; ew dixwazin xizmeta vaksînkirinê bibin ber lingên welatiyan da ku zêdetir welatî vaksînê werbigrin.
Li Diyarbekirê ji aliyê Rêveberiya Tenduristiya Gel ve piştî mizgeft û mollan, li termînala otobusan jî binkeyên tenduristiyê hatin danîn. Li van binkeyan bi taybetî welatiyên rêwî tên vaksînkirin. Xebatkarên tenduristiyê dibêjin ew dixwazin bi rêya van binkeyên tenduristiyê vaksînê bibin ber linge welatiyên ku nikarin biçin nexweşxaneyan.
Bijîşka Tenduristiya Gel Dr. Hêlîn ji K24ê re got: “Em li vê derê welatiyên ku derfetên wan kêm in vaksîn dikin. Li çend cihên bajêr me binkeyên tenduristiyê danîne. Gelek welatiyên ku nikarin biçin nexweşxaneyan tên vir û em wan vaksîn dikin. Bi taybetî welatiyên rêwî li ba me vaksînm werdigrin.”
Li gorî gotinên xebatkarên tenduristiyê, rojane li termînalê kêmzêde 70 welatî tên vaksînkirin. Kesên ku tên vaksînkirin 10-15 xulekan tên rawestandin û heger ti pirsgirêkên tenduristiya wan çênebe dest bi rêwitiya xwe dikin. Welatî jî ji xizmeta ku diçe ber lingê wan keyfxweş in. Welatî dibêjin; wan ji ber kar fersenda vaksînbûnê nedidît in.
Welatî Sidiq Çîçek: “Vaksîn baş e, yên ku vaksîn dibin ji bo wan baş e. Înşeallah dawiya wê baş be. Ji bo ev nexweşî ji holê rabe divê her kes ji aliyê xwe ve bi berpirsiyarî tevbigere.”
Welatî Sadiye Tapandî: “Bi rastî mirov vaksînê bikarbîne baş e. Em neçar in em ê vaksînê werbigrin. Ez hêj vaksîn nebûme lê em ê vaksîn bibin da ku ev nexweşî ji nava me rabe biçe. Korona xirab bû, ka kî neçû ma, bi hezaran kes pê koronayê canê xwe ji dest dan. Înşeallah êdî paqij bibe.”
Welatî Efîfe Tayîk: “Min vaksîna yekem wergirtiye lê min hêj vaksîna duyem wernegirtiye. Ez ji bajarê Bursayê hatime Amedê. Dayîka min nexweş bû, em ê niha dîsa vegerin Bursayê. Vaksîn ji bo parastina tenduristiya mirovan e, ma heger nebaş e çima mirov vaksînê werdigre? Zarokên me hemû vaksîn bûne, ev ji bo parastina tenduristiya mirov e.”
Li gorî daneyên fermî, nêzîkî 36 milyon welatî vaksîna yekem û nêzîkî 16 mîlyon welatî jî vaksîna duyem wergirtine. Li Diyarbekirê nêzîkî 360 hezar welatiyan vaksîna yekem û 142 hezar welatî jî vaksîna duyem wergirtine. Li gorî serjimêra bajêr ev rêjeya vaksînkirina welatiyan kêm e û ji bo zêdekirina vaksînbûnê nûnerên partî û saziyên civaka sivîl bang li welatiyan dikin.