Pirsgirêkên veguhestina nexweşan ji Herêmê bo Bakur tên çareserkirin
Ji bo veguhestina nexweşan bo ji Herêma Kurdistanê bo Bakur asankarî tên kirin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Komxebatek derbarê çareserkirina pirsgirêkên veguhestina nexweşan birêve çû. Di komxebata ku nûnerên Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê jî beşdar bûn de li ser çareserkirina pirsgirêkên veguhestina nexweşan tê gotûbêjkirin. Rayedarên dewleta Tirkiyeyê gotin; ji bo ku welatiyên Herêma Kurdistanê jî ji xizmetguzariyên tenduristiyê sûdê webigirin çi asankarî pêwîst be dê bikin.
Li Diyarbekirê cara yekam e ku li ser çareserkirina pirsgirêkên veguhestina nexweşan ji Herêma Kurdistanê bo Bakur û Tirkiyeyê komxebatek birêve çû. Komxebat, bi piştgiriya Parêzgeriya Diyarbekirê û saziyên tenduristiyê û Jûra Pişesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê ve hat amadekirin. Parêzgerê bajêr Munîr Karaloglu, bi kurdî xêrhatina mêvanan kir û got; civîn û xebatên hemaheng ji bo aşitiya navçeyê jî sûdewar dibin. Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya jî got; bi vê komxebatê dixwazin ku astengiyên li pêşiya veguhestina nexweş û geştyaran ji holê rakin.
Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re got: “Em dibûn şahid ku welatiyên ji Herêma Kurdistanê bo nexweşxaneyan dihatin Bakur, rûbirûyê pirsgirêkên mezin dibûn. Me got gelo em dikarin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan çi bikin û me biryar da ku em bi hemû aliyên pêwendîdar re vê komxebatê pêk bînin. Dema ku welatiyên Kurdistanê tên Diyarbekirê wekî ku li mala xwe ne tên pêşwazîkirin. Li Diyarbekirê nexweşxane û otelên gelekî pêşketî hene.”
Li gorî ragihandina rayedarên kompaniyên veguhestina nexweşan, mehane zêdetirî 100 kesan ji Herêma Kurdistanê bo nexweşxaneyê tên bajarên wekî Diyarbekir, Mêrdîn, Sêrt, Dîlok û Batmanê. Endamên şanda Herêma Kurdistanê dan zanîn ku, li nexweşxaneyên Bakur hemû cûre nexweşî tên dermankirin û li gorî bajarên rojavayê Tirkiyeyê bajarên Bakur ji aliyê abûrî ve jî guncavtir in û li van bajaran pirsgirêka çand û ziman jî najîn.
Rêveberê Plandanîna Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê Dr. Hêmin Cewad ji K24ê re got: “Welatê Tirkiye gelek girîngiyê bi geştyariyê dide ku ji van beşan jî geştyariya tenduristiyê ye. Ji bo çareserkirina nexweşiyan gelek welatiyên me serdana Tirkiyeyê dikin. Em dixwazin hemhengî û asankarî zêdetir hebe bi taybetî ji bo nexweş ku têne Tirkiye û Diyarbekirê.”
Di komxebatê de nûnerên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Rayedarên Gumrika Xabûrê, rayedarên saziyên tenduristiyê yên fermî û taybet, akademîsyen û nûnerên saziyên otelan biryar dan ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan di hemahengiyê de bin. Hat zanîn ku ji bo jinûve destpêkirina geştên asmanî yên raste rast yên di navbera Hewlêr û Diyarbekirê de jî hewl tên dayîn.