Herekata Zimanê Kurdî dest bi avakirina dibistaneke dijîtal kir

Herekata Zimanê Kurdî dest bi avakirina dibistaneke dijîtal a bi Kurdî kir

Stenbol (K24) – Herekata Zimanê Kurdî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi mebesta fêrkirin û perwerdehiya bi zimanê Kurdî xebatan dike dest bi avakirina dibistaneke dijîtal a bi Kurdî kir da ku hemû Kurdên li cîhanê bi zimanê dayika xwe perwerde bibin. Saziya sivîl niha bi fêrkirina zimanê Kurdî dest bi xebatan kir, dûv re li ser beş û dersên cuda jî bi Kurdî dê perwerdehiyê bide.

Li Tirkiyeyê ji ber ku bi zimanê Kurdî perwerdehî nayê dayîn bi milyonan Kurd ji mafê perwerdehiya xwe ya bi zimanê zikmakî bêpar in. Li dibistanên fermî Kurdî tenê wek dersê bijarte wate bo maweyek kurt û kêm di bernameyan de cîh digire.

Hereketa Zimanê Kurdî bi mebesta perwerdehiya zimanê Kurdî seferberiyekê da destpêkirin. Koordînatorê Giştî yê Hereketa Zimanê Kurdî Fevzî Bulgan ragihand ew amadekarî dikin ku dibistanek dijîtal a bi Kurdî ava bikin û li ser gelek beşên cuda bi Kurdî dersê bidin Kurdan.

Fevzî Bulgan ji K24ê re got: “Niha pêşî em li ser hînkirina zimanê Kurdî dersê didin. Piştî vê em ê li ser endazyarî, bîrkarî, fîzîk, dîrok, civaknasî jî bi Kurdî bi awayeke online dersan bidin. Me seferberiyeke giştî bo zimanê Kurdî da destpêkirin.”

Li gor hin zanyariyan heta niha hezar û 800 mamosteyên Kurdî ji zanîngehan ji beşa wêje û zimanê Kurdî derçûne, lê beramberî bi milyonan zarokên Kurd ku li dibistanan Tirkî tên perwerdekirin tenê 90 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin.

Mamosteyê Kurdî Emer Kaynak dibêje: “Niha gelek xwendekarên me di dibistana online de hene, Kurdî dizanin lê dixwazin zêdetir pêş kevin. Ez û mamosteyên din ên vê dibistanê jî hewl didin ku xwendevan li ser Kurdî bi pêş kevin.”

Di dibistana dijîtal a Kurdî de ku ev nêzî meheke dest pê kiriye heta niha welatên Ewropa jî tê da jig elek welatên cuda 200 kes wek xwendevan cîh digire.