IHD a Diyarbekirê: Binpêkirinên mafan zêde bûne
Diyarbekir (K24) – Komeleya Mafên Mirovan ÎHD a Diyarbekirê rapora binpêkirinan a 6 mehî ku li Bakurê Kurdistanê pêk hatine ragihand. Di raporê de bal hat kişandin ku di mafên binkirina jiyanê û derbirîna boçûnan jî di nav de hemû mafên take kesî û civakî de binpêkirin berdewam dikin. Hat ragihandin jî sedema serekî û bingehîn ya binpêkirinan, polîtîqayên ewlekarî û tundî ne.
Rapora binpêkirina maf û azadiyan li Bakurê Kurdistanê ji aliyê ÎHDê ya Diyarbekirê ve hat ragihandin. Di raporê de hat ragihanadin ku di 6 mehan de; welatiyekî bi çekên hêzên ewlehiya Tirk hatiye kuştin û 6 kes jî birîndar bûne. 29 Hêzên ewlehiya Tirk û 129 çekdarên rêxistinên çekdar di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest dane. Dîsa 5 jê zarok, 28 jin û 3 mêr; bi awayekî bi şik mirî hatine dîtin.
Hevserokê ÎHD a Diyarbekirê Abdûllah Zeytûn anî ziman ku polîtîkayên dewleta Tirk ku bi rêyên ewlekarî li çareseriyan pirsa Kurd di serî de, pirsgirêkan digere, dibe sedem ku binpêkirin zêde bibin û bidomin. Zeytûn balê kişand ku polîtîqayên ewlekarî û tund dibin sedem ku pirsgirêkên din jî zêde û kurtir bibin.
Hevserokê ÎHDê yê Diyarbekirê Abdûllah Zeytûn got: “Di Raporê de encamên polîtîqayên hikumeta Tirkiyeyê û neçareseriya pirsa Kurd xwe nîşan dide. Daneyên di raporê de jî dîmenê wê rastiyê nîşan dide ku binpêkirin çewa bi zêdebûn berdewam dikin. Binpêkirin beriya pandemiyê jî hebûn û bi serdema pandemiyê re jî bi berfirehbûn didomin. Binpêkirin zêdetir ji polîtîqayên antî demokratîk û bi rêya ewlekarî lêgerîna çareseriya meseleya Kurd peyda dibin. Loma jî bang û daxwaziya me ew e ku hemû pirsgirêk li ser bingeha dadwerî, bi rêyên aştiyane û diyalogê bên çareser kirin.”
Hat ragihandin ku xwepêşandan û azadiya derbirînê jî di bin zext û pêkutiyan de ye û mafên jin û zarokan jî bi taybet di serdema pandemiyê de zêdetir tên bipêkirin.
Cîgira Hevserokên ÎHD a Diyarbekirê Parêzer Rahşan Bataray Saman jî da zanîn ku polîtîqayên ku tên meşandin wek di her warî de dibe sedema binpêkirinan, dibe sedem ku kuştin, tundî dîtin û destdirêjiyên li ser jin û zarokan jî.
Cîgira Hevserokên ÎHD a Diyarbekirê Parêzer Rahşan Bataray Saman got: “Mixabin bi taybet di serdema pandemiyê de, pergalên parastina mafên jin û zarokan jî, ji holê rabûn û ew kesên ku tundî û destdirêjiyan kiribûn û di girtîgehandebûn jî bi bexşandinekî serbest hatin berdan. Dîsa vekişîna ji peyamana Stembolê jî rê li ber binpêkirinên li hember jin û zarokan xweş dike. Loma jî divê polîtîqayên ku ji rêvebirên hikumetê dest pê bike û heta dadgehan û hemû civakê ji bo parastina mafan hişyar bike pêwist e da ku pêşî liv an kirinan bên girtin.”
Bi daneyên raporê bal hat kişandin ku polîtîqayên tundî dibin sedem ku hem li nav civakê bi giştî û li girtîgehan jî binpêkirin zêde bibin û ew jî dibin sedem ku hem qeyranên aborî, siyasî û civakî zêde bibin, hem jî sirûşt û hewildorî jî têk biçe.