Li 6 bajarên Bakurê Kurdistanê pileya germê bilind dibe
Meteorolojî: Bila zarok, pîr û nexweşên kronîk hay ji xwe hebin
Diyarbekir (K24) – Saziya Keşnasiyê Meteorolojiyê bo 6 bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Sêrt û Ruhayê hişyarî da ku dê pileya germê bilind bibe û bang kir ku bila zarok, pîr û nexweşên kronîk hay ji xwe hebin.
Saziya Hewanasiya Tirkiyeyê Meteorolojiyê bi daxuyaniyekê derbarê 6 bajarên Bakurê Kurdistanê de hişyariya germe da.
Di daxuyaniyê de tê amajekirin ku li bajarên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Ruha, Êlih, Sêrt û Şirnexê dê ji 26ê Tebaxê roja Pêşemê pê de pileya germê bilind bibe û ev rewş dê heta 31ê Tebaxê bidome ku dê pileya germê navbera 39 - 42 de be.
Di daxuyaniyê de hişyarî bo kesên temenmezin, zarok û nexweşên kronîk tê dayîn ku bila ev kes di navbera demjimêr 11.00 û 16.00 de hay ji xwe hebin û bergiriyan bistînin.