Baroya Diyarbekirê dixwaze derbarê doza Tahir Elçî de dadgeh li Davutoglu guhdarî bike
Ahmet Davutoglu gotibû kuştina Tahir Elçî siyasî ye.
Diyarbekir (K24) - Baroya Diyarbekirê ragihand ku wan serî li dadgehê daye ku derbarê doza Tahir Elçî de serî li agahiyên serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu were dayîn ku gotibû kuştina Tahîr Elçî siyasî ye.
Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren diyar kir ku wan wek Baroya Diyarbekirê serî li dadgehê dane ku di çarçoveya doza kuştina Tahir Elçî de serî li agahiyên serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu were dayîn ji ber ku Ahmet Davutoglu di serdana xwe ya Diyarbekirê de amaje kiribû ku kuştina Tahîr Elçî suîqasteke siyasî ye.
Baroya Diyarbekirê daxwaz ji Ahmet Davutoglu dike ku agahiyên di destê xwe de yên ku di dosyaya Tahir Elçî de cih nagirin parve bike ji ber ku Davutoglu gotibû komên ku dixwazin atmosfera salên 1990an vegerînin hene û wek serokwezîrê wê demê berpirsiyariya Davutoglu ye ku agahiyên di destê xwe de parve bike.
Herwiha Baroya Diyarbekirê dibêje ji ber ku serokwezîr bû û hêza wî hebû ku bigihîje agahiyên îstixbaratê jî îhtîmalek xurt e ku daxuyaniyên Davutoglu rast bin û ji ber vê yekê daxwaz tê kirin ku bo Serokatiya Partiya Pêşerojê vexwendname were şandin da ku guhdarî li Ahmet Davutoglu were kirin.