Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna bi tenahî, serwerî û peywendiyên baş ên cîrantiyê tekez dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tometên nû yên Îranê yên li ser hebûna bingehên perwerdehiya hewalgiriya welatên biyanî li Herêma Kurdistanê red kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî nîşandana nîgeraniyeke kûr li beranberî van reftaran, daxwaz ji Bexdayê û civaka navneteweyî kir ku rêyê li binpêkirina serweriya axa Herêma Kurdistanê bigirin û tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê wekî herdem faktoreke bêalî û aştîxwaz li deverê bimîne.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (În, 24ê Nîsana 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de nîgeraniya xwe ya zêde li hember wan tometan diyar kir ên ku vê dawiyê ji aliyê hinek dezgehên dadwerî û ragihandina fermî ya Komara Îslamiya Îranê ve hatine belavkirin; ku goya hinek ji wan kesên hatine cezakirin li Herêma Kurdistanê ji aliyê dezgehên hewalgiriya welatên din ve hatine perwerdekirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê diwê daxuyaniyê de ew tomet red kirin û helwesta xwe ya aşkere û neguher ji bo raya giştî ya navxwe û derve diyar kir. Herwesa tekez dike ku tu bingeh û navendên perwerdehiyê yên dezgehên hewalgiriya welatan li Herêma Kurdistanê nînin, û girêdana Herêma Kurdistanê bi van mijaran re bêbingeh e û dûrî rastiyê ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa nîgeraniya xwe ya zêde li hember berdewamkirina van tometan nîşan da. Ev jî di demekê de ye ku deverê pêdivîtî bi zêdetir xweragirtin, diyalog û tevlîbûneke berpirsyarane heye. Berevajî vê, reftarên bi vî rengî zêdetir nemana tenahiyê li peyb xwe tînin; lê Herêma Kurdistanê berdewam bizav ji bo parastina wê tenahiyê kiriye.
Di daxuyaniya Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin ku, bi salan e Herêma Kurdistanê wekî faktoreke tenahî, bêalîtî û pêkvejiyanê li Iraq û deverê berdewam bûye. Bi rêzgirtina li destûra Iraqê û bingeha peywendiyên baş û dostane ligel welatên cîran, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku nabe axa Herêma Kurdistanê ji bo têkdana ewlehiya welatên cîran bê bikaranîn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa daxwaz ji Hikûmeta Iraqê ya federal jî kiriye ku berpirsiyariya xwe ya destûrî di parastina serweriya Iraqê û rêgirtina li wan binpêkirinan werbigire, ên ku li ser axa Herêma Kurdistanê tên kirin. Herwesa gotiye: “Em daxwaz ji civaka navneteweyî dikin ku hewildanên xwe ji bo kêmkirina alozî, rêzgirtina li serweriyê, parastina welatiyan û peydakirina aştî û aramiya deverê xurt bikin.
Fermangeha Peywendiyên Derve behsa wê yekê jî kiriye ku xelkê Herêma Kurdistanê ji bo aştî, keramet û mafên xwe yên destûrî bi dehan sal in xwe li ber êş, hevrikî û qurbanîdanê girtiye, lewma jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser pabendbûna bi desthilatdariya berpirsyarane, parastina welatiyên xwe û pêşxistina peywendiyên avaker û aştîxwazane ligel welatên cîran û hevkarên navneteweyî berdewam be.