Bajarên Sêgoşeya Zêrîn a Mezopotamyayê dê werin danasîn

Sêgoşeya Zêrîn
Sêgoşeya Zêrîn

Diyarbekir (K24) – Bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin ku bo pêşxistina geştiyariya Diyarbekir, Ruha û Mêrdînê Sêgoşeya Zêrîn a Mezopotamyayê hatiye avakirin ku dê dewlemendiyên van bajaran werin danasîn û serîlêdana ku bo Qerejdax bibe Jeopark jî erênî bi encam bûye.

Li Ajansa Geşepêdanê Ya Qerejdaxê bi civîneke hevpar a parêzgariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Ruhayê bo pêşxistin û geşepêdana van bajaran Sêgoşeya Zêrîn a Mezopotamyayê hat avakirin û di vê çarçoveyê de rêbazên danasîna remz û dewlemendiyên van bajaran jî hatin nîqaşkirin ku bi teybetî xwarin, dîrok, çand û xwezaya van bajaran di warê geştiyariyê de girîng tên dîtin.

Di civînê de nûnerên saziyên sivîl, parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû û Parêzgarê Rûhayê Abdullah Erîn jî amade bûn.

Ji aliyê Pisporên geştiyariyê ve jî nexşerêya Xebata Sêgoşeya Zêrîn a Mezopotamyayê hat pêşkêşkirin û bal hate kêşan ku derbarê rêbazên danasîna remzên bajaran de tekez divê sûd ji pêşniyarên nifşên nû werin wergirtin û di warê danasînê de platforma dîjîtal jî divê baş were bikaranîn.

Di civînê de hat ragihandin ji bo ku erdnîgariya Qerejdaxê ji aliyê UNESCOyê ve wek Jeopark were qebulkirin ji aliyê Ajansa Geşepêdanê Ya Dîcleyê û Ajansa Geşepêdanê Ya Qerejdaxê ve serîlêdan hatine kirin û pêvajoya serîlêdanê temam bûye û heta niha jî pêvajoya pejirandinê bi awayeke erênî didome.