Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên 749 gundan ji ber berfê hatine girtin
Diyarbekir (K24) – Ji çavkaniyên fermî hat ragihandin, ji ber pêla berfbarînê li Bakurê Kurdistanê li bajarên wek Xerpêt, Êlih, Şirnex û Çewligê rêyên 749 navçe û gundan hatine girtin û tîmên vekirina rê li van deveran xebatên xwe didomînin.
Li Bakurê Kurdistanê pêla berfbarînê bandora xwe didomîne û di vê çarçoveyê de jî rêyên gelek navçe û gundan hatine girtin.
Li gorî çavkaniyên fermî li Xerpêtê/Elezîz rêyên 341 gundan û li Şirnexê rêyên 28 gundan hatine girtin û berfê heta 1 metreyê jî bilind bûye.
Li Çewligê jî ji ber barîna befirê rêyên 164 gundan hatine girtin. Li Êlihê jî ji ber barîna berfê zêde rêyên 216 gundan hatine girtin.
Saziyên fermî didin zanîn ku xebatên vekirina rêyan didomin û saziya Hewayê ya Tirkiyeyê jî dide zanîn ku dê li Bakurê Kurdistanê berf, baran û sermaya dijwar dê heta dawiya hefteyê jî bandora xwe bidomîne û bang li welatiyan tê kirin ku ji bilî rewşên lezgîn bila dernekevin ser rêyan.