“Girîng e di qada fermî de derfeta zimanê Kurdî were bikaranîn”
Diyarbekir (K24) – Bangên bo bijartina Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî didomin. Di vê çarçoveyê de akademîsyen û nivîskar bang dikin ku bijartina waneya Zimanê Kurdî bo pêşaroja zimanê Kurdî girîng e ku eger ziman di qada perwerdehiyê de bê bikaranîn dê gefa bişaftinê jî ji holê rabe.
Pêvajoya bijartina Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî didome û div ê çarçoveyê de helmetên partîyên siyasî û rêxistinên ziman didomin û li gel vê yekê hunermend, nivîskar û akademîsyen jî li gorî derfetên xwe tevlî helmetê dibin û bang li xwendekar û malbatan dikin ku Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî bibijêrin. Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Yê Zankoya Dîcleya ya Diyarbekirê Doçent Doktor Osman Aslanoglû balê dikêşe ku zimanê Kurdî di qadên fermî de çiqasî were bikaranîn ewqas baş e û dibe û Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî dikare bibe gavek bo xwendekaran ku di pêşerojê de bikaribin xebatên akademîk bi zimanê Kurdî bikin.
Doktor Osman Aslanoglû ji K24ê re got : “Ji ber ku nivîsandin û xwendin ji bo zarokan tiştên herî mayînde ne. Ji ber ku zarok tiştên îro hîn dibin, dibe ku sibê jibîr jî bikin û biçin. Ji bo ku em pêşî liv ê bigirin lazime ku em xwendinê fêr bikin. Dema ku xwendinê hîn bûn êdî jibîrnakin. Madem ku dewletê û hikumetê vê pêvajoyê wiha dirêj kirin û dixwazin ku milet hilbijêre; em jî hêvî dikn ku derçuyîyên me yên ku heta niha, 2-3 ji wan dihatin erkdar kirin û tevahî jî nêzîkî 100 ji wan hatine erkdar kirin, bi giştî werin tayin kirin. Hêvîdarim ku bijartina deran berfeh û zêde bibe da ku ew rê li ber vê daxwaza me jî xweş bibe.”
Nivîskarên Kurd jî beşdarî helmeta bijartina Waneya Bijare Ya Kurdî dibin û dibêjin ev derfet bi eleqeyê dikare firehtir bibe. Nivîskar Îsmaîl Dîndarê ku di heman demê de mamosteye jî dibêje her çiqas derfetek biçuk be jî divê Kurd vê derfetê bi kar bînin û deriyên nû bo Kurdî bidin vekirin.
Nivîskar û mamoste Îsmaîl Dîndar dibêje: “Îsal bi rastî jî kampanyeyeke xweş pêkhat. Gel jî gelek piştgiriyê dide û ew jî me kêfxweş dike. Ez jî dixwazim piştgirî bidim û bangewazî bikim ku bila dersên kurmancî û zazakî herdûyan jî hilbijêrin. Divê ev derfet bête bikaranîn. Ev derfet divê wek qadekî bê pêgirtin û berfireh bibe û bibe qadeke têkoşîna bidestxistina hemû mafên zimanê zikmakî.”
Dema serîlêdanê ya bo Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê Ya Tirkiyeyê bo heta 7ê Sibatê hatibû dirêjkirin û her wiha nivîskar bang li Dibistanên ên Bakurê Kurdistanê jî dikin ku di pergala xwe de cih bidin Waneya Zimanê Kurdî jî.